Bi sed hezaran li Qada Newroza Amedê serketina HDP'ê pîroz dikin
20:32
JINHA
AMED - Di Qada Newroza Amedê ya ku ji berxwedanê re malavahî kiriye de bi sethezaran serketina HDP'ê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de Îdris Baluken bang li Serokomar kir û got: "Dema ku tu ji muzakereyan re bêjê na, dê gelê Amedê jî wiha te di sindoqan de defin bike." Feleknas Uca jî got: "Li Amedê êdî tu derbas nabê."
Gelê Amedê ku heta niha îmze avêtiye bin gelek serhildanan û herî zêde di qada siyasetê de derdikeve pêş, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji 11 wekîlan 10 wekîl di bin baneyê HDP'ê de şandin meclîsê. Bi deh hezaran welatiyên Amedê bi boneya serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê û serkeftina gelê Amedê pîroz bike şahî pêk anî. Bi deh hezaran welatiyên li Qada Newrozê kom bûn, bi coş û kelecanek mezin dest bi pîrozbahiyê kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan polîsên hêzên çivîk bi dar û copan li derdora qadê rawestiyan. Ciwanên HDP'î jî ji bo parastina qadê mil xistin mil û ji mirovan zincîr çêkirin. Welatiyên derbasî qada pîrozbahiyê dibin di nokteyên kontrolê re derbas dibin u piştre derbasî qadê dibin. Li aliyekî pîrozbahiyê dest pê kiriye û li aliyê din herikîna qada Newrozê berdewam dike. Li ser Platformê wêneyên Şeyhmus Kaçan, Ramazan Yildiz û Necati Kurul' hatin vekirin.
'Dema ku tu ji muzakereyan re bêjê na, dê gelê Amedê jî wiha te di sindoqan de defin bike'
Di pîrozbahiyê de despêkê Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken wiha axivî: "Dema ku me nû dest bi vê rêyê kir me xwest gelê Amedê dengek wiha bide me ku em bi wan dengan Rêber Apo bînin vê meydanê. Dema ku em biçin Îmraliyê emê vê agahiya bi kelecan jêre bibin. Hinekan digotin 'Kobanê ket dê bikeve.' Lê Kobanê ne ket, DAÎŞ ket. Niha jî dor hat maskeya Erdogan. Wî bi benda Kenan Evren pêşî li me girt, lê benda ku ji bo me amade kiribû bi xwe ketê.Dema ku tu ji muzakereyan re bêjê na, dê gelê Amedê jî wiha te di sindoqan de defin bike. Ji dema despêkirina hilbijartinan heya niha bi bombeyan xwest me hilweşîne. Nekarî bombeyek ya gelê Amedê ji ber çok dane bîne. Duh çavê Efrîn, hemû Rojava, Mahabat û Hewlêr li ser Amedê bû. Ev serkeftina me hemûyane."
'Li Amedê êdî AKP derbas nabe'
Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî diyar kir ku wan dîrokek nivîsand û wiha domand: "Ev hilbijartin hilbijartinek ji rêzê nebû. Bi vê hilbijartinê re hat dîtin ku tu hêz nikare xwe li pêşiya gelê kurd bigire. Weke hun dizanin her sal di vê qadê de peyama Rêber Apo tê xwendin. Niha jî serkeftina HDP ya ku jêre mîmarî kiriye tê pîroz kirin. Em li vêderê li hember yên di êrîşa bombayî de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin. Em cardin dibare dikin emê weke wekîl na xizmetkarê gelê xwe bin."
(zt)