Ji lutkeya Çiyayê Cudî û Cizîra Botanê pîrozbahiya serketina HDP'ê
09:43
JINHA
ŞİRNEX - Li Cizîrê serkeftina HDP'ê bi tevlîbûna bi dehazaran welatiyan hat Pîroz kirin. Li Çiyayê Cudî jî bi armanca Pîrozbahiyê gule hatin teqandin û ronahî hatin pêxistin û ev yek di nav gel de bû sedama çoş û kelecanê.
Bi deh hezaran welatiyan li navçeya Cizîra Şirnexê serkeftina HDP'ê pîroz kirin. Di saetên êvarê de Cizîrî li qada Çar Kendal civîyan û bi hezaran welatiyan li ber sitranên komên herêmê govend kirin. Li Qadê pankartên "Me soz da bû Serokê xwe em bi serketin" hat vakirin. Li Qadê ala û filamayên HDP'ê, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Parlementerê HDP 'ê Faysa Sariyoldız, Hevşaredara Cizîrê, hevserokên HDP'ê û DBP'ê yên navçeyê jî di navde ji gelek sazî û dezgehan kes tevlî pirozbahiyê bû. Piştî deqeyek rêzgirtina şehîdê tekoşina azadî û demokrasiyê bername bi axaftina dewam kir.
'Ev tifak rihê berxwedana Rojava ye'
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku ew bi hêvî ne û her ku diçe hêviya wan zêde dibe û wiha got: "Rojên azad nêzîk dibin. Em serkeftinê ji hevalê xwe re dixwazin di encama têkoşîna 40 salan di encama ekoşîna Kobanê û Şengalê em gihêştin van rojan."
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî da zanîn ku ew bi rojan xebitîne û her cihê ku çune rastî hêviyek mezin hatine û wiha berdewam kir: "Her cihek ku em çun em rastî rih tifaqê hatin. Em dizanin ev rih ji ber xwe de çêne bûye. Vi rihî berxwedana Rojava avakiriye em wê berxwedanê silav dikin."
Piştî axaftinan welatiyan govend gerandin. Fîşekên hewayî qad ronî dikir û esimanê Cizîrê di xemilanid. Di pîroz bahîyê de ji çiyayê Cudî jî gule hatin berdan û bi ronahî işaret ji gelê Cizîrê re hat dayîn û ev yek bû sedama coş û heycanê. Piştî pîrozbahiya li qadê bi dawî bû gel bi konvoya maşîna hata derengê şevê li nav bajêr geriyan û korne lê didan.
(ma/zt)