Civan Arslan yê ku di teqîna Amedê de jiyana xwe ji dest da ber bi rêwîtiya dawiyê ve hat oxirkirin

10:53

JINHA

AMED - Cenazeyê Civan Arslan ê ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga HDP'ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Bismîlê ya Amedê bi merasîma ku bi hezaran kes tevlî bûn de hate definkirin.

Cenazeyê Civan Arslan (17) ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin û duh jiyana xwe ji dest da li taxa Hola ya navçeya Bismîlê hate definkirin. Cenazeyê Civan ji aliyê rêveberên HDP, DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê, wekîlên HDP'ê yên Amedê, MEYA-DER, hevşaredarên Bîsmîlê û hezaran welatiyan ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin û birin taxa Hola ya Bîsmîlê. Di ketina tax de cenazeyê Civan ji wesayîta cenaze hate wergirtin û bi dirûşmeyên "Şehid namirin" û "Qatîl Erdogan" ber bi goristana tax ve birin.

Pişt re cenazeyê Civan bi duayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawîbûn Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar axivî û diyar kir ku hêzên desthilatdar her tim xwestin vîna gelê kurd bişkênin û ji bo vê yêkê jî serî li hemû riyan dan û wiha got: "Lê gelê kurd bi mitîng û meşên li dar xisitn li hemberî vê yêkê derketin. Gelê me ji bo mafên xwe yên demokratîk û azadiyê li wê qadê bûn. Ji bo bendên hilbijartinê hilweşînin li wê qadbûn. Sedhezarên li wê qadê kombûn îro bend hilweşandin. Ev yêk bi saya şehîdên gelê kurd pêk hat."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku gelê kurd bi saya cesaret û sekna xwe komkujî vala derxistin.

Ji bo Arslan li Mala Şînê ya Baikan a li navçeya Rezan a Amedê sersaxî tên qebûlkirin.

(zt)