YPG nayê reşkirin
11:30
JINHA
SERÊKANIYÊ - Jinên ciwan ya bajarê Serêkaniyê raghandinên dijî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneya Parastina Jin (YPG , YPJ) bi daxuyaniyek şermezar kirin.
Kolîsyona Surî û hêzên ku mûxaliftiyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin, bi agahiyên ku di medya ya civakî de pardikin hewildidin hemleyê paqijkirinê û berxwedaniya şervanên YPG û YPJ'ê reş bikin. Jinên ciwan ên bajarê Serêkaniyê bi daxuyaniyek helwesta kolîsyonê şermezar kirin û diyar kirin ku ew nikarin bi berxwedani û hêza YPG û YPJ'ê reş bikin ji ber ku gel piştgirî dide hêza xwe.
Jina ciwan a bi navê Sozan Ednan derbarê helwesta kolîsyona Surî de wiha got: ''Em bi tundî ragihandinên ku dixwazin YPG,YPJ'ê reş bikin şermezar dikin. Dibêjin ku hêzê YPG û YPJ'ê welatiyên Ereb ji gundê wan derdixin û gundan vala dikin, ev ji rastiyê durin. Hêza ku bi helwesta xwe û bi sekna xwe ya berxwedanvan her dem li kêleka gelê xwe sekinî û bedelên giran da YPG û YPJ'ê bû. Bi agahiyên wiha nikarin hêzê me reşbikin. Hêza YPG û YPJ'ê bêy ku ferq û cudahî bixe nava gel parastina hemû gel dike."
Sozan wiha domkir: ''Em weke jinên ciwan emê li hember van ragihandinên ku YPG'ê reş dikin em ê bisekinin û em serkeftinê ji wan re dixwazin.''
Jina ciwan Wefaa Elî girêdayî mijarê wiha got: ''Ew ragihand ku dibêjin YPG'ê gundên Dehma û Mebrûka ji gundiyan vala kirine, ev yek bi armanca paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyane û ji bo ku gel rastî êrîşan neyê û ji bo parastina hemû netewe ne tenê gelê kurd. Banga min ji bo hemû ciwanane ku neyên derwên van dezgehên ragihandinê yên ku armanca wan reş kirina YPG'ê ne û emê têkoşîna xwe heya dawî bidomînin.''
(de/rc)