Rojnama Sabah ê Rojnamevan Yukselir ji kar avêt

13:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnama Sabahê dawî li karê Nizîskar Sevilay Yukselir anî. Sevilay got: "Ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de ne dixwestin HDP bendê derbaske û alîkariya êw çêbibe ji ber wê dawî li karê min anîn."

Bi serkeftina HDP'ê re medyaya alîgir dest bi operasyonên tesfiyeyê kir. Rojnameger Sevilay Yukselîr a ku 7 sa in di rojnameyê de dinivîse ji ber ku piştgirî da HDP'ê ji karê xwe bû. Piştî tweeta Sevilay a "Bila Serokwezîr Davutoglu Yalçin Akdogan bêdeng bike" bû hedefa AKP'ê û ji aliyê rayedarên rojnameyê ve ji kar hat avêtin. Sevilay sedema jikaravêtina xwe wiha anî ziman: "Ji ber di pêvajoya hilbijartinê de min piştgirî da HDP'ê. Ez ji kar hatim avêtin. A bi xêr. Ez ê karê rojnamegeriyê bidomînim." Sevilay beriya hilbijartina giştî ya 2015'an bi îfadeyên "Ji ber ku ev desthilatdarî û Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav avêtibû ez bibûm heyranê wî" bal kişandibû ser xwe.

(zt)