Jina hatibû qetil kirin hat bin axkirin
15:28
JINHA
SERÊKANIYÊ- Jina ku li gundê Hesena Rojhilat a Serêkaniyê ku cilên wê jê hatibûn kirin û destên wê hatibûn girêdan û bi guleyan hatibû birîndarkirin hate dîtin. Beriya ku bighêje nexweşxane jiyana xwe ji dest da. Jinên Serêkaniyê cenazeyê jina hatî qetil kirin li goristana bajarê Serêkaniyê bin ax kirin.
Îro li bajarê Serêkaniyê bi dehan jin li ber nexweşxaneya Serêkaniyê kombûn û cenaze jina hatî qetil kirî xwedî derketin û ji aliyê asayîşa jin ve hildan ser milê xwe û birin goristana bajarê Serêkaniyê.
'Em li her jinekê xwedî derdikevin'
Jina bi navê Sedîqa Mislim ev bûyer wiha vegot: ''Ev jin li gundê Hesena di bin destê çeteyan de hatibû îşkencekirin û beriya bighêje nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Hîna navê jina hatiye qetilkirin diyar nebûye. Em weke jin îro li vir xwadî li cenazeyê wê derdikevin. Bila kesek nebêje çeteyên DAIŞ'Ê tenê dijminê gelê Kurde, ev dijminê hemû gelane û dijminê jinane. Jinek ber asteng bi aweyek hovane qetil kir. Pêwîst hemû jin li hember van êrîşên ku pêktê bibin yek û xwedî li hev derbikevin."
(de/rc)