TZPê şahiyek ji bo serkeftina HDP'ê li dar xisit

16:04

JINHA

SERÊKANIYÊ - Saziya Zimanê Kurdî (TZP) şahiyek bi armanca serkeftina HDP'ê li darxist.

Li bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê bi tevlîbûna bi dehan endamê Saziya Zimanê Kurdî şehiyek bi armanca serkeftina HDP'ê ya hilbijartina 7'ê Hezîranê li darxist. Mamoste ya Saziya Zimanê Kurdî Bengîn Derwîş derbarê şahiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ji bo serkeftinên ku li bakûrê Kurdistanê pêkhatî a Partiya Gelan HDP'ê em pîroz dikin. Ji bo gel ev gavek dîrokiye. Em vê serkeftinê li tevahiya gelê kurd piroz dikin."

Gul behar Hiso wiha got: "Armanca şahiyê pîroz kirina serkeftina HDP'ê ye. Em vê serkefinê li tevahî gel û bi taybet li gelê bakûrê Kurdistan pîroz dikin. Her wiha serkeftin ji şervanên YPG û YPJ'ê re jî dixwezim."

Şahiya pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

(de/rc)