Li Amedê êrîşên çekdarî
16:10
JINHA
AMED - Li Semta Şehîdligê ya navçeya Yenişehîra Amedê di êrîşên çekdarî de Serokê ÎHYA-DER'a Nû Aytaç Baran jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşa çekdarî kombek bi çekan li herêmê digere, li derdora xwe gulebaran dikin, di dema guleberanê de rojnameger jî di navê de hinek welatî hatin darb kirin.
Serokê Komela Lêkolîn û Alîkariya Xizmetên Alîkariya Îlmî (Yeni ÎHYD-DER) ê Aytaç Baran li ber derê mala xwe ya li Çaryana Semta Şehîdligê ya navçeya Yenişehira Amedê rastî êrîşa çekdarî hat. Aytaç Baran rakirin Nexweşxana Dewletê ya Selahattin Eyyubi li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê bûyerê komek çekdar hatin herêmê û li derdorê gule barandin, di navê de rojnameger jî heyî hinek welatî hatin darb kirin.
Hat zanîn ku welatiyên ji rewşê bi guman herêm terikandin, li gel koma bi çek derdorê guleberan jî dikin polîs neketin herêmê û tenê gaza îsotê avêtin.
Li semta Şehîdligê rageş berdewame.
(zt)