Parlementerên HDP'ê yên Rihayê welatiyên di êrîşa bombayî de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn
16:17
JINHA
AMED - Parlementerên HDP'ê yên Rihayê hatin cihê bûyera êrîşa bombayî di mitînga HDP'ê ya Amedê de çêbûyî û welatiyên li wê jiyana xwe ji des dane bi bîr anîn.
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê û Rihayê bi mebesta bîranîna welatiyên di êrîşa bombeyî ya li mîtînga HDP'ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan qurnefîl danîn cihê ku teqîna duyemîn lê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Osman Baydemir û parlamenterên HDP'ê yên Amedê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp, Nîmetullah Erdogmuş, û rêveberên HDP û DBP'ê tevli biranînê bûn. Li cihê bombe lê teqîya pêlav û eşyayên kesên birîndar û yên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir diyar kir ku Amed kelha aştiyê ye û ji bo 4 welatiyên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha pê de çû: "Me ji Rihayê peyama xwedîderketina li aştiyê anî. Armanca vê teqînê pêkanîna aloziyê ye. Xwedê teala ev gel parast. Wext wexta pêçandina birînan e. Vîna ku hemû gelên Tirkiyeyê derxist holê xeberdarê aştiyê ye. Êdî rûpelek nû hat vekirin. Em ê vî rûpelî bi awayekî demokratîk peyde bikin. Serê hemû gelên me sax bibe."
Piştî danîna qurnefîlan dua hatin xwendin.
(zt)