Rojnameger Canan Altintaş ya birîndar bû tê tedawîkirin

17:53

JINHA

AMED - Li Semta Şehîdligê di êrîşên hatin jiyan din de yekê jiyana xwe ji dest da nûçegihana Ajansa Nûçeyan ya Doganê jî di navê de hinek welatî birîndarbûn. Ji rojnamegeran Nûçegihana DHA yê Canan Altintaş li Nexweşxana Memoriyê hat girtina bin tedawiyê.

Serokê Komela Lêkolîn û Alîkariya Xizmetên Alîkariya Îlmî (Yeni ÎHYD-DER) ê Aytaç Baran li ber derê mala xwe ya li Çaryana Semta Şehîdligê ya navçeya Yenişehira Amedê rastî êrîşa çekdarî hat. Aytaç Baran rakirin Nexweşxana Dewletê ya Selahattin Eyyubi li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê bûyerê komek çekdar hatin herêmê û li derdorê gule barandin, di navê de rojnameger jî heyî hinek welatî hatin darb kirin. Li gel nûçegihana Ajansa Nûçeyan ya Doganê Canan Altintaş li gel Serdar Sunar jî di navê de gelek welatî birîndar bûn. Nûçegihana DHA yê Canan Altintaş li Nexweşxana Memoriyê hat girtina bin tedawiyê.

Li gel ku li Semta Şehîdligê komek derdorê gulebaran dikin jî polîs neketin herêmê û tenê bombeyên gazê avêtin. Li Semta Şehîdligê raşeşî berdewam dike.

(zt)