Li Pasurê Navenda Jinan ya Zozan Eren vedibe

09:05

Nurcan Yalçın / JINHA

AMED - Li Pasurê bi navê bi navê hemşîre Zozan Eren ya di sala 1997'an de windabûyî navenda jinan tê vekirin. Civaknas Berna Yildirim diyar kir ku armanca wan ewe ku jinan bikişînin nava jiyana civakî û dê di despêkê de li navendê qursan û atolyeyan vekin.

Di 26'ê sala 1997'an de dema ku Zozan Eren li gel hevserê xwe Memurê Saziya Înfazê ya Girtigeha Sergirti ya Lîcê Orhan Eren dema ku ji Amedê diçun Pasurê li nêzî gundê serince yê Fis a Lîcê wesayîta wan ya tayîbet hat dîtin. Ji Zozana ku 10 salan li Pasurê peyîwir dikir, her dem tekoşîna nasnamê dida û ji wê tekoşîna xwe gav paşde ne dida êdî xeber jê ne hat girtin. Li Kurdistanê hemşîreya hatî windakirin tenê Zozan tê zanîn. Di biniya şaredariya Padurê de navenda jinan ya tê vekirin dê navê Zozan bê lêkirin û tekoşîna wê bê berdewam kirin. Civaknas Berna Yildirim ya ku dê di navendê de xebatan bimeşîne da zanîn ku ji ber Pasur yekem cihê wê yê xebatê ye ew gelek bi kelecane.

Dê qurs û atolya vebin

Berna destnîşan kir ku ji ber nebûna navendên civaki li Pasurê ji ber wê jî Pasur ji derve re girtiye û wiha got: "Ji ber ku ez bi xwe ji vê navçeyê me baştir tarzê jiyana wan û pirsgirêkên wan dizanim. Jinên Pasurê pir girtîne, divê em xebatên xwe bikin û xwe bigihînin hemû jinan. Piştî ku me xwe da nasîn emê paşê dibinya navendê de qursan vekin."

'Dê ji bo jinan bibe gavek giring'

Berna balkişand ser rê û rêbazên xwe gihandina jinan û wiha domand: "Di xebatên navçeyê de dema ku em runin li gel jinan sohbetê bikin ji xwe dê ew jin dilê xwe ji bo me vekin. Em dibêjin girtîne lê ji ber ku kes naçe li gel wan mijulnabe ji ber wê girtîne. Ez di wê baweriyê deme emê encamên pir baş bi dest bixin. Dema ku ez hinek mijul bûm min dît ewqas girtî nînin. Bi giştî ciwan ji derve yan di xebitin yan di xwînin. Jinên li vêderê dimînin piranî yan temenê wan navînin yan jî pîron. Emê zêdetir hewil bidin xwe bigihînin jinên ne xwendî. Ez difikirim ku navenda ku em vekin dê ji bo jinan gavek giring be."

'Êşa herî giran ya şer jin û zarokan jiyan kiriye'

Hevşaredara pasurê Sadiye Suer Baran jî de derbarê giştî rewşa Pasurê û jinên wê de nirxandin kir. Sadiye bilêv kir ku di salên 90'an de serhildanên mezin hatin jiyîn li Pasurê û wiha berdewam kir: "Gelê Pasurê girêdayî doza xwe û welatparêziyê dizanin. Ji ber van sedeman rastî tindiya dewletê hatine. Ev yek ser jinan jî texrîbatên mezin hêlane. Êşa herî mezin ya şer jin û zarokan kişandine. Piştî serhildanên mezin, hilweşînên ser gel de hatin vêcarê jî failên kiriyar nediyar despêkirin. Vê yekê ser gelê Pasorê bandorek mezin kir."

'Dewletê Pasur xistiye rewşa qotiyek girtî'

Sadiye destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya helandinê welatiyên Pasurê nekarîne serê xwe rakin û wiha dom kir: "Ji ber van bûyeran ser welatiyan bandorên giran hatine hêlan. Her kes di nava xwe de girtîbûne. Dema ku di sala 2014'an de ji rêveberiyên herêmî em hatin vêderê ne tenê jinan ji mêran jî bertekên erênî nedihatin. Her çendî şaredarî di destê me de bû jî lê ew tirsa helandinê di çavên wan de dihat xwendin. Gelek ewqas hovîtî jiyan kirî hîna ew derunî ser xwe ne avêtine. Piştî hilbijartinê hêdî hêdî me ji jinan bertekên baş dîtin."

'Potansyelek pir bi hêz ya jinan heye'

Sadiye da zanîn ku ji dema ew hatine ser şaredariyê heya niha ji ber karê zêde derfet nedîtin bi jinan re mijul bibin, rexnedana wê didin û got: "Ji ber karê zêde me derfeta bi jinan re eleqederbûnê ne dîtiye. Bi qasî tê xwestin me xwe ne gihand wan. Ji ber ku hemû gund bi şaredariyê ve girêdayîne, em neçarin xwe bigînin her kesê. Em dikarin bêjin me ji ber karê zêde jin hinek di asta duyem de hêlaye. Potansyelek mezin ya jinan li Pasurê heye. Di dema xebatê de me ew potansyel û hevesa wan ya siyasetê dît."

'Armanca me jin bi awayek aktîf tevlî siyasetê kirine'

Sadiye derbirî ku wan di dema xebatên şaredariyan de soza avakirina navenda jinan dabûn û wiha pêde çu: "Li gel soza vekirina navenda jinan me soza navê Zozan Eren ya ku li gel hevserê xwe di failên kiriyar ne diyar de hatî windakirin lêbikin jî dabû. Emê şopdarê hevala xwe Zozan ya ku ji dema hatî windakirin heya niha jê ti agahî ne hatî girtin bin. Me xebatên şardedariyê dan despêkirin û sazumanî amadekir. Em li gel civaknasa şaredariyê û 5 jinên endamên meclisa şaredariyê em dibinya partiyê de li gel hevalên xwe xebatên xwe berdewam dikin. Jinên Pasurê ji malan derxistin û tevlî nava xebatan kirin aramca meye."

(zt)