'Heyan zagon neyê guhertin li Kerkûkê wê tundiya ser jin zêde bibe'

10:12

Newroz Dijwar /JINHA

KERKUK - Seroka Komîsyona Mafê Zarok û Jin Ciwan Hesen Arîf da zanîn ku, li Kerkukê tundiya li hember jin her ku diçe zêdetir dibe û bingeha vê yekê katilama bi zagonan rewa kirine. Ciwan diyar kir ku pêwîste zagonên ku jin dixe rêza duyem û ji ne dîtîve tê were rakirin û rê li pişiya wezareta Jin a Iraqê ji bo xebatê jinan bê vekirin.

Endama Meclîsa Bajarê Kerkûkê û Seroka Komîsyona Mafê Zarok û Jin Ciwan Hesen Arîf, li Iraq û Kerkûkê şîddeta li ser jin ên ku pêktê nirxand. Ciwan destnîşan kir ku zagonên Iraqê jin dixe rêza duyem û wiha got: "Li vir mafê jin û zarok tê xesp kirin. Ne tenê pirsgirêkên civakî hene her wiha zagunên ku jiyana mirovan eleqedar dikin û dibe pirsgirêkên jiyanî heye. Ji ber kevneşopên civakê hîna jin nikare biçe dadgehê û daxweza mafê xwe bike. Ev çend sala em têkoşîna guhartina zagunên ku jin dixe rêza duyem bigeherin. Di warê siyasî û butçeya ewlekariyê de zêde girîngî tê dayîn. Lê belê ji bo mafê jin û zarok û buyerên civakî yên ku diqewimin, meclîs ne hişyare û girîngiyê nadê vê yekê û butçeyê cuda nake."

'Wezarata jin tenê li ser rûpelê dimîne'

Ciwan anî ziman ku, piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajarê Kerkûkê pirsgirêkê jin û zarokan giranbûye û wezarata jin tenê li ser rûpelê maye. Ciwan wiha got: "Mixabin heya niha wezaretek jin ku bi pirsgirêka jinan re mijûl bibe tune ye. Ya heyî jî wek kargeh tê xebitandin. Ne dikare xwe bi rêve bibe ne dikare butçe ji jinan peyda bike û ne jî dikare emrê bide wezaretek din. Ev çend sala em pêşniyara guhertina zagunên ku şîddeta ser jinan rewa dikin bê guhertin. Lê mixabin yek jî nayê berçav kirin.

'Zagunê bingehîn ya Iraqê kuştina jina rewa dike'

Ciwan da zanîn ku şîddet û qetilkirina jinan li Iraqê û bajarê Kerkûkê her ku diçe zêde dibe û bingeha van şîddetan jî ji zaguna bingehîn digre. Ciwan diyar kir ku, zagunên ku jinê biparêze tune ye û wiha domkir: "Li tevahî Iraqê zagunek heye. Di bin navê 'Namûsê' qetilkirina jinan rewaye. Mêr di bin navê 'namûsê' dikare bi aweyek hêsan jinekî qetil bike. Ji xwe zaguna heyî piştgirî dide mêr. Zaguna ku jina li bazar û kolana rastî şîddet û tacîzê bê biparêze tune ye. Ji ber zagunê heyî jin nikare ji hevserê xwe cuda bibe. Mafê zarok û jinan tê xesp kirin. Ji bo ku ev rewiş bê guhertin me têkoşîn da. Rêvebirê Herêma Kurdistan tê guhertin lê belê zagunê Iraqê hîna li cihê xwe ye."

'Jina ku rastî şîddetê tê cihek ku lê biçe nîne'

Ciwan anî ziman ku li bajarê Kerkûkê jin û zarokên ku rastî şîddetê cihekî biçinê namîne, ji bo ku mala sitarê ji maxdûrên şîddetê re bê vekirin ew têkoşîn dane. Ciwan wiha pêde çû: "Li Iraqê tevahî jinek ku rastî şîddetê bê cihek lê biçe tune ye. Ne zagun ne jî cihek ku wê jinê biparêze heye. Hikûmeta Iraqê destûrê nadê cihek ji bo jinên ku rastî şîddetê tên bê vekirin. Tevgerên jin gelek piştgirî dan me. Lê pêwîste hikûmet jî piştgirî bide. Ji bo ku jin ji tundiya mêr bê parastin pêwîste zagun bên guhertin."

'Pêwîste hikûmet projeyên me bipejrîne'

Ciwan da zanîn ku bi pêkanîna projeyên me wê pêşî li mirina jinan bê girtin û wiha got: "Eger projeyên me bi cih bên jin wê bê hêvî nemînin û dê cihek wan jî çêbibe. Ji ber ku jinên hêviya wan nemîne xilasiya xwe di mirinê de dibîne. Jin wê li kolana nemîne û wê nebê amûrê fuhuşê. Jin ne mecbûre tundiya mêr bipejrîne. Ji ber vê yekê pêwîste hikûmet butçe cuda bike û projeyên me bipejrîne."

Aqlê mêr ger pirsgirêkê jinan guhdar bike....

Ciwan destnîşan kir ku li tevahiya Iraq û Kerkûkê bi gelemperî mêr erk digre û mêrên ku pirsgirêkê jinan guhdar bike heqeretê li jinan dikin. Ciwan wiha berdewam kir: "Pirsgirêkê me ya bingehîn ya din jî di qadên gelemperî de karmendek jin tune ye ku pirsgirêkê jinan re mijûl bibe. Mêr guhdar dike lê ew jî li gorî hişmendiya xwe tevdigere. Nêzîkatiyên desthilatiya mêr hakîme. Jinek çûbû mêrê ku xweşka wê qetilkiri gilî kir. Pirsgirêk çidibe bila bibe dibe ku ji ber telefonek be jî. Lê bersiva mêr destê kesê ku kuştiye saxbê. Yanî em li vir dibînin ku mêr her car li gorî pîvan û hişmendiya xwe buyeran dinirxîne. Ji ber ne guhertina zaguna her ku diçe kuştina jinan zêde dibe."

'Li her malek çek tê dîtin'

Ciwan diyar kir ku qetilkirina jina ya li Kerkûkê bingeha xwe ji şerê ku pêktê tê û wiha got: "Berê herî zêde dihat îddîa kirin ku jin bi xwe şewitandinê dawî li jiyana xwe tanî. Lê rewşa niha hîna cudatire. Ji ber rewşên ewlekariyê ku li Iraqê tê jîn psîkolojiya mirovan tevlîhev bûye. Li her malê êdî çek tê hewandin. Ji ber vê mêr bi çekên heyî jin qetil dike an jin xwe ji ber tundiyê bi çekê întîhar dike."

'Yên ku ji ber şer direvin koçî Kerkûkê dikin'

Ciwan bi lêvkir ku ji ber rewşên heyî gelek kes koçê Kerkûkê dikin û ji ber vê yekê bê karî û xizanî li bajêr cidî buye. Ciwan wiha domkir: "Li her deverê Kerkûkê şer heye. Bi hezar kes ji ber şerên ku diqewimin berê xwe didin Kerkûkê. Cardin ji Sûriyê ji ber şer gelek welatî koçî vir kirin. Hima mirov bêje 80'î hezar kes koçî vir kirin. Li Kerkûkê kar tune ye. Piraniya jinan neçar dimînin parsitiyê bikin. Berê malê wan hebû lê êdî li vir malê wan jî tune ye. Mal hebe jî kiriyê mal dayîn nîne û neçarin zarokên xwe xwedî bikin."

'Yên ku Kerkûkê diparêzin hêzên HPG û pêşmerge ne'

Ciwan anî ziman ku hikûmeta Navendî ya Iraqê butçeyek têr nadê bajarê Kerkûkê û ev rewş gelê Kerkûk û welatiyên ku koçkirine bandor dike. Ciwan got: "Rewşa Kerkûkê xirabe. Li Mûsulê, Selahaddîn û Ambarê hikûmet nemaye. Welatiyên ku ji wir revîne hemû berê xwe dane vir. Hikûmeta Navendî bêy ku dem derbasbike bi temamî butçeyê wan bajaran dide. Lê belê butçeya vî bajarî gelek kêm dide. Hikûmeta Navendî naxweze rêvebirê Kurdan bi hêz bibe. Dixweze her dem li Kerkûkê şer û pêvçûn pêk were."

Di dawî de Ciwan anî ziman ku li beramberî her tişî li Kerkûkê jiyan didome û spasiya xwe ji bo gerîllayên HPG'ê û hêzên pêşmerge anî ziman û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya hêzên HPG û pêşmerge li Kerkûkê jiyan bi aweyek istiqrar û bi ewle rêve diçe. Em cardin ji wan re spasiya xwe dikin."

(rc)