Jin li Beyrûdê pêşeroja Rojhilata Navîn û aşîtî nîqaş dikin
11:06
JINHA
BEYRÛT - Li Beyrûtê jinên akademîsyen û nivîskar bandoriya şer a li ser jinan di nirxînin. Organîzesiyonên Konferansê diyar kirin ku rê ya ku diçe aşîtiyê di destê jinan de ye.
Konferansa ji aliyê Rêxistina Di şer de Jin(Women in War), Enstîtuya Lêkolînên Jinan ên Cîhana Ereb li Zanîngeha Emerîka a Beyrûtê (IWSAW) û Rêxistina bi navê Beit Al-Hanan a jinan ve hatî organîze kirin li paytexta Lûbnanê Beyrûtê hat dest pê kirin.
'Rêya diçe aştiyê di destê jinan de ye'
Her yek ji Nûnera Women in War Paris Carol Mann û Seroka Enstîtuya Lêkolînên Jinan ên Cîhana Ereb li Zanîngeha Emerîka a Beyrûtê Dr. Samîra Aghacy axiftin kirin. Carol Mann axivtinekî kurt kir û diyar kir ku rêya ku diçe aşîtiyê di destê jinan de ye.
'Şer bandoriyê li jinan dike'
Pişt re jî Seroka Enstîtuya Lêkolînên Jinan ên Cîhana Ereb li Zanîngeha Emerîka a Beyrûtê Dr. Samîra Aghacy mafê axiftinê girt û beşdarên konferensê silav kir. Dr. Samîra Aghacy di axivtina kirî de wiha got: "Di aliyê jinan de demê wê hatiye ku teorî û piratîkê bikin yek. Em dibêjin bila konferans bibe pirek. Em dixwazin bibe formekî fikran parve dike."
Aghacy di dewama axiftina xwe de diyar kir ku şerê li Yemen, Iraq, Kurdistan û Sûriyeyê tê domkirin li ser jinên herêmê bandoriyekî gelek cidî dike û got ku destavêtina vê rewşê gelek giringe.
'Divê jin hîn zêdetir bên bi rêxistin kirin'
Axiftina vekirinê jî ji aliyê nivîskara Jin a Misrî Newal El Saddavî ve hat kirin. Newal El Saddavî diyar kir ku şerê li heremê tê meşandin ne tenê di warê fizîkî û çekê de tê meşandin, di heman demê de di warê aborî, nukleerî û hwd de jî tê meşandin û wiha got: "Îdia dikin ku ev şer girêdayî xwezaya mirova ne. Lê ne raste, ev yek derewe. Şerên tê meşandin ne girêdayî xwezaya mirova ye, girêdayî rejîmane."
Newal El Saddavî di dewama axivtina xwe de bal kişand li ser bi rêxistin bûna jinan jî û wiha anî ziman: "Jin divê hîn baştir bên bi rêxistin kirin. Divê gerdûnbûnê û bi herêmbûnê ji hev cûda negirîn dest. Divê li herêman jî bê bi çalak kirin. Lê belê divê ev yek bi perspektifên golaban pêk werin. Divê guhertin bên destpê kirin."
'Di navbera şer û tundiyê de raste rast girêdanek heye'
Newal El Saddavî gefên DAIŞ’ê ên li herêmê jî nîrxand û diyar kir ku pêwîste ku bê lêkolîn kirin ku, DAIŞ çek û alîkariya xwe ji kuderê digre. Saddavî ragihand ku ne tenê jin mexdûrên şerin û di heman demê de zilam, bav, bira û hevjînên we yên li malê jî mexdûrin.
Pişt re jî Konferans derbasî panelan bû û li ser, Zayend û şerên çekdarî, Jin, şer û oldariya zêde û gelek mijarên din nîqaş hatin kirin.
Di Konferansa wê heya 11’ê Hezîranê bidome de wê îro jî li ser gelek mijarên cûda panel bên li darxistin.
Endama Rêveberiya Navenda Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) Çiçek Rojava jî wê li ser şoreşa Rojava û jinan bi axive.
(rc)