Jinên TZP'ê ji bo şîddeta DAIŞ'ê ya li ser jinan daxuyani da
11:12
JINHA
SERÊKANIYÊ - Bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ ê ya li ser jinan mamosteyên jin yên Tevgera Ziman û Perwerdê daxiyaniyek dan.
Li bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîra Rojava bi armanca şermezarkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser jinan mamosteyên jin yên Tevgera Ziman û Perwerdê a Serêkaniyê bi beşdarbûna bi dehan mamoste, li peymanga Şehid Elî Şêx Dawid ya zimanê Kurdî daxiyaniyek dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê mamoste Elmaza Eyanê ve hat xwendin.
Elmaza wiha got: "Bi navê mamosteyên jin yên TZP'ê a bajarê Serêkaniyê em hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser jinan şermezar dikin. Bi taybet jî qetilkirina jina astengdar ya ku bi îşkenceyek hovene hatî kuştin em wek mamosteyên jin vê buyerê şermezar dikin."
Elmaza wiha domkir: "Em di sed sala 21'ê de ne, hovîtyên van komên tarî û dagirker cihê lenet û şermezarkirinê ye. Em wek jinên TZP'ê emê têkoşîna hemû jinên ku êşê dikêşe û rastî tundi û kuştinan tê bidin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dê bibe şoreşa azadiya jinên Rojhilata Navîn teva."
Daxuyanî bi durişmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
(de/rc)