Şaredariya Gel kolanên bajêr dixemilîne

12:58

JINHA

TIL TEMIR - Şaredariya Gel a bajarê Til Temir kolanên bajêr bi alên Kurdistanê dixemilî ne.

Ji bo pîrozkirina rizgarkirina herêmên Xabûr ji çeteyên DAIŞ'ê û pîrozkirina serkeftina HDP'ê, Şaredariya Gel a bajarê Til Temir kolanên bajêr û riyên çûn û hatina bajêr bi alên Kurdistanê, YPG û YPJ'ê xemiland. Beriya çend rojan jî Şaredariyê çargoşeya Şaredariyê bi rengên ku yeketiya gelan û pêkhateyan nîşan dide rengîn kirin.

Bi pêşengiya Şaredariyê Gel a bajêr kolanên bajêr hatin paqijkirin, her wiha şaredarî wê di xemilandina kolanan de dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku di 12'ê hizêranê de wê Tevgera Civaka Demoqratîk şahiyekê ji bo serkeftina Partiya Demoqratîk a Gelan û serkeftinên YPG ûYPJ'ê li herêmê bi dest xistin li darbixe.


(sş-ja/rc)