Hêviya xwe ji jiyanê qut nekiriye
09:13
Sorgul Şêxo - Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR- Dayîka Dîlber bi temenê xwe ya 40 salî ji bo ku ew û zarokên xwe jiyaneke bi rûmet jiyan bikin riya azadiyê hilbijartin.
Dîlber Ebdullah 40 Sali ye yek ji hemwelatiyên bajarê Til Temire ya Kantona Cizîra Rojava yê Kurdistanê ye.. Dayîka 6 zarokane û hevserê wê Salih Kerao di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê ya li Serêkaniyê di tîrmeha sala 2013'an de jiyana xwe ji dest dabû.
Dayîka Dîlber derbarê jiyana xwe û ya zarokên xwe de axivî. Dîlber wiha got: ''Ez berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Serêkaniyê û Kobanê silav dikim. Bi saya şervanên YPG û YPJ'ê em niha di nava aramiyê de dijîn. Ev erdê me bi saya xwîna pîroz a şehîdan hat rizgarkirin.
Dayîka Dîlber wiha behsa jiyana xwe kir: ''Di serî de min gelek zor û zehmeti jiyan kir heyan ku min zarokên xwe mezin kirin. Ji ber kevneşopiyên civakê gelek astengî çêdibû. Lê li hember van hemûyan min serî netewand û berxweda û niha pêwistiya min bi tu kesî nemaye êdî dikarim jiyana xwe bi xwe rêve bibim.''
Dayîka Dîlber behsa hevserê xwe jî kir û wiha got: ''Dema ku hevserê min jiyan dikir gelekî kar û xebat dida meşandin. Ji bo ku me ji rewşa zehmet derbixe çû tevî hêzên YPG'ê bû. Di warê baweriyê de gelek girêdayî bû, her dem digot azadiya gel azadiya Rêber Apo'ye. Ji ber vê yekê di vê dozê de jiyana xwe ji dest da. Pêwîste em xwedî li doz û têkoşîna şehîdan derbikevin.
Dayîka Dîlber piştî şehadeta hevserê xwe rewşa ku jiyan kirine nirxand. Dîlber wiha got: ''Piştî şehadeta hevserê min hêzên YPG'ê li taxa Hemra ya bajarê Til Temirê ku piraniya wan malbatê şehîdan lê dijîn malek dan min. Piştî demek çeteyên DAIŞ'ê êrîşek bombeyî pêkanîn. Ez ji serê xwe birîndar bûm. Li hember hemû zehmetî êrîş min cardin hêviya xwe wenda nekir. Dilber wiha domkir: ''6 Zarokên min hene keça min a mezin zewicî, lawê min ê mezin tevlî hêzên asayîşê bûye û keça min a din tevlî hêzên trafîkê bûye lê ên din hemû biçûkin. Ez bi zarokên xwe serbilindim ji ber riya rast û ya azadiyê hilbijartin. Ji ber ku azadî mirov bi maf û rastiyê dide naskirin.''
(rc)