Têkoşina malbata Kobanêyî ya jiyanê

11:37

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Eyşe Xelif û malbata wê ku ji ber êrîşên DAİŞ'ê neçar man ku erdê xwe terikandin niha li navçeya Amedê ya Egilê di serayê xıyaran de dixebitin û debare xwe bi vî awayî dikin. Malbat ji ber ku cihên wan yê mayinê tune di serayê de dimînin û bi 15 TL yewmîyê dixebitin.

Piştî êrîşên DAÎŞ'ê ya li Kantona Kobanê şer derket bi hezaran sivîl neçar man ku welatê xwe biterikînin. Gelên ku ji Kobanê hatin li Bakur ji bo debara xwe bikin di zêviyan de û di karên cur be cur de xebitîn û jiyana xwe domandin. Lê hin kesên kardêr ev rewşa gelên Kobanê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û keda wan bin pê dike. Eyşe Xelif û malbata wê jî ya ji gundê Xeyinter a Kobanê ye berî 15 rojan hatine navçeya amedê ya Egilê niha têkoşina xwe ya jiyanê li vir didomînin. . Eyşe Xelif ya dayika 12 zarokan e bi 5 zarokên xwe ve li serayê ku hilberina xiyaran tê kirin de bi erzanî dixebite û ji ber ku cihên wan ê mayinê tune di serayê de dijîn.

' Em li vir şerekî hê mezintir didin'

Eyşe Xelef, tengasiyên ku dijîn parve kir û da zanin ku li Kobanê di konên kontrola YPJ/YPG de diman lê dema şer giran bûye neçar mane ku ji wir derkevin û got: '' em ji şer reviyan lê niha di nava jiyanek xizanî de em hê şerekî mezin didin. Li ev cihên xerîb de Ji bilî cilên li ser me tu tiştekî me nemaye, malek me jî tuneye''

' yewmiya wan 15 TL ye'

Eyşe Xelef anî ziman ku ji neçarî bi 15 TL'yê dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' bila zarokên min birçî nemîne bes e. Ji bo em karibin jiyana xwe bidomînin ez û zarokên xwe bi hev re dixebitin. Xebatên ku me heta niha di jiyana xwe de nekirîbûn me li vir dît. Xebatên ku em dikin zehmetiyên wê gelek e û bûhayên wê jî pir kêm e lê ji bo em jiyana xwe bidımînin em neçarin ku bixebitin. Hêviya me ew e ku erdên me ji dagirkeran paqij bibe û em jî cardin vegerin welatê xwe.''
(ch)