Gotina Pelda a dawî: Em hemû bûn agir û ev agir dê DAIŞ'ê bişewitîne
12:17
Zeynep Akin /JINHA
ÊLIH - Pelda Saglam (Arîn Dêrsim) di berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da. Pelda ji zaroktiya xwe ve her dem li hember tundiyê serî hildaye û têkoşîn kiriye. Malbata Pelda gotina Pelda ya herî dawî wiha ji mere ravekirin "Kobanê vê gavê buye cehennem, cehennemek wiha ku em di navde bûne agir, ev agir jî dê çeteyên DAIŞ'ê bişewitîne."
Ji bo ku Rojava ji çeteyan bê rizgarkirin Arîn Mîrkan çalakiyê fedaî pêkanî û şervanên YPJ'ê bedena xwe kirin mertal û bajarên xwe parastin ev yek jî di cîhanê de rojev dagirt. Pelda Saglam (Arîn Dêrsim) di 28 Îlona 1014'an de dema ku dixwest çalakiya fedaî pêkbîne jiyana xwe ji dest da. Pelda di 1991'an de li gundê Tiresipî (Akdere) ya navçeya Ferqîna Amedê hat dinê û ji zaroktiya xwe li hember tundiyê têkoşîna jiyanê daye. Pelda hîna dema 4 salî tevî malbata xwe rastî tundiyan tê. Ji ber ku mamê wê tevlî refên PKK'ê bibû malbat her tim rastî tehdîdên wek 'An hûnê wî ji çiya bînin an hûnê gund terk bikin' dihatin. Malbat tundiyê ku li ser wan dihat kirin nepejrandin û li ser vê yekê tevî 4 malbatan koçî Edenê kirin. Malbat li hember zor û zehmetiyên jiyana bajarbûnê têkoşîn da û her dem çand û nasnameyê xwe parastin. Dayika Pelda Mekiye Saglam wiha behsa jiyana xwe kir: "Jiyanek me ya gelek xweş hebû. Piştî ku hevserê min rastî îşkence hat û me koçî bajar kir zor û zehmetiyên jiyanê despêkir. Bi demê re me xwe komkir. Em çûn Edenê lê tu caran min ne hêşt zarokên min rastî bişavtinê bên."
'Girêdanek mezin a Arîn hebû'
Mekiye: "Zarokê min bi dozê re mezin bûn. Lê eşqa Arîn ji dozê re gelek mezin bû girêdanê wê jî pir mezin bû. Ji ber vê li ser hevalê şehîd axaftin me derbas dike ji ber em çi bêjin jî dê kêm bimîne. Çalakî pêk dihatin hersê zarokê min diçûn min jî xwe ne digirt diketim dûv wan. Min carnan min digot 'hûn hersê her bi hevre tevdigerin eger tiştek bibe hûnê cardin hersê bi hevre biçin'. Dema ku min digot 'Arîn tu were malê' aciz dibû û digot ' ji ber birayên min mêrin tu dengê xwe nakî ez jinim tu dixwezî min asteng bikî'. Ji kurê xwe ya mezin re min digot were tu nû ji girtîgehê derketiye ew jî henekê xwe bi min dikir digot xaltîk tu kiyî ez te nasnakim."
Mekiye got: "Jiyana Pelda herdem dagirtîbû rûxmî ku temenê wê bi çûkbû gerdûnek di nava jiyana xwede dihewand". Mekiye da zanîn ku Pelda di 17'e saliyê xwede piştî girtina birayê wê bi 2 mehan ji bo ku tevlî PKK'ê bibe ew ji mal derketibû li belê li Wanê hatibû girtin. Mekiye diyar kir ku Pelda piştî ku hatibû girtin rastî îşkencê hatiye dûv re bavê wê çû û Pelda anî lê wê demê Pelda got 'Ezê dîsan biçim êdî ezê li vir nemînim.' Mekiye bi lêvkir ku, Pelda dema ku çû got 'Cara berê dema ku ez çûm min destê ne ramûsand lê vê carê dixwezim destê we ramûsim û xatirê xwe ji we bixwezim' min jî got 'keça min eger tu pir dixwezî biçî biçe'.
'Di navbera têlên sînorê de me destê xwe ji hevre hejand'
Mekiye anî ziman ku ew keça xwe dîtiye hestê xwe ya wê gavê û Pelda wiha bi lêvkir:
"Arîn digot, min 3'ê zanîngeh xwendiba ne wek perwerdeyên li vire. Tiştên ku li vir hînbûm minê li wir hîn nebama. Dewleta Tirk jî destûrê ne dida ji xwe. Li vir hînê avjeniyê, derzî lêdan û seromê girêdan û her wiha bi giyan ve derman çêkirin bûm'. Mekiye wiha got: " Piştî 2 salan ez çûm da ku Pelda bibînim lê min ew nedît. Tevlî hêzên fedaî bibû, ji min re gotin 'Arîn ne li vire' wê demê min texmîn kir ku derbasî Rojava bûye, bêy ku wê bibînim ez zivirîm." Mekiye, ji bona ku wê bibînim 24 saetan li ber televizyonê rûdiniştim. Carek min ew di merasîma Xebat Dêrik de dît. Ji çend kesan min pirsî ku ewder kîjan bajare ji min re gotin 'Serêkaniyê ye'. Min biryara çûyîna Rojava û dîtina wê da. Li ser sînor min çend kesan re peyîvî bi tesadûfî yek ji min re got nomareya telefona Arîn bi min re heye. Ez rastî tasadûfek ku ne li bendê bûm hatim. Ez lê geriyam ji min re got 'biçe malê vir bi tehlîkeye neyê'. Min jî got 'bêy ku te bibînim ez yek gav naçim mal'. Ji min re got were ber têla em ji dûr ve hev bibînin.' Ji dûrve destê xwe ji min re hejand û got 'binêre dayê me hev dît de biçe malê'.
'Tê hine li polê min bikî'
Mekiye got: "Piştî ku ez zivirîm malê bi çend mehan cardin ez çûm. Bi zor û zehmetî ez gihêştim cihê ku Arîn lê dimîne. Dema ku em rûniştin û dipeyivîn ji min re got 'Dayê wesiyetek min heye. Em di nava şerde ne eger ez şehîd ketim cenazeya min ji vir bibe û di salona malê de hene bistire li herkes belav bike û porê min hene bike. Dema ku we canezeya min jî hilda ser milên xwe bêy ku tu bigrî bi tilîliyên xwe û stranê Xelîl Xemgîn Rakin Rakin Egîdê min Rakin bibin veşêrin. Hevalê kêleka wê jî got 'Heval Arîn tu fedaiye dibe ku perçeyên canê te jî nemîne'. Lê ew got 'tişt nabe. Bila perçeyê min a mezin bibin eger ew jî tune be bila tozê min bibe'. Ez rûniştim û giriyam wê demê min got 'xwezî te ew gotina ne kiriba' lê Pelda ji min re got 'dayê eger ez bimrim jî zarokê te gelek in'.
'Dayê min bîra te kiriye'
Mekiye got: "Piştî meh derbasbû carek ji min re got 'Dayê min bîra te kiriye were'. Ew tu caran ne digot were îhtiyacê wê hebû û telefonek ji min xwestibû. Ez piştî wê rabûm û çûm hinek alîkarî dan min û min derbasî wî aliyê sînor kirin û gotin 'li vir mayîn heye haj xwe hebe'. Ez dema ku pêşve diçûm leşkerên Tirk gule barandin ser me. Lê ez ne zivirîm ji rêya xwe û gihêştim ba Arîn. Dema ku ser têlên sînorê derbasbûm ji mil û piyê xwe birîndar bûm. Tevî Arîn derbasî odê bûm birîn min dêşand min vekir û lê nirî Arîn dema ku birîna min dît hat û ez hemêz kirim û min maç kir xemgînbû û digot 'ez qurbanbim dayika min ji ber min ve birîndar bûye'. Min jî got 'tişt nabe hindek dêşe piştî heftiyek ewê derbasbibe'. Min telefonek xweşik ji keça xwere sitandibû digot 'Dayê ez hilgirtina vê telefonê şermdikim ne li gorî me ye'."
'Dayê ezê bibim mêvanê te'
Mekiye got: "Şeva ku Arîn wê şehîd bikeve di saet 23.00'an de ez lê geriyam û em dirêj dirêj axifîn. Her car digot 'Dayê ezê bibim mêvanê te'. Van gotinên Arîn min kêfxweş nedikir ditirsand. Ji ber ku fedaî bû eger were jî ewê şehîd were. Hevalên wê jî bi min re peyivîn digotin 'dayê Arîn me guhdar nake, tiştek bêjê dibêje 'ezê biçim'. Wê demê min famkir ku ew biryarê çalakiya fedaî daye. Min telefonê girt ez gelek ne rihetbûm piştî 20 deqa ez cardin lê geriyam, lê telefona Arîn girtibû. Heya sibê xew ne ket çavê min her ez lê digeriyam lê girtîbû. Ji Amedê di 28'ê Cotmehê de telefonek hat ji bavê Arînê re gotin em tên mêvantiya we. Bavê Arîn pirsiya 'Heval Arîn şehît ketiye?' ew jî gotin 'Raste'. Arîn şehît ket lê bila YPG û YPJ'ê saxbin, serok saxbe ew ji bo şerefa welatê xwe şehîd ket. Arîn rûmeta meye emê hewil bidin xwedî li wê derbikevin."
'Arîn jinek serhildêr bû'
Xweşka Pelda Selma Saglam jî got: "Arîn anîna ziman zehmete pêwîste mirov bibîne jiyan bike. Jinek serhildêr bû, di temenê bi çûkde tevlî gerîllabû û piştî 4 salan me dengê wê bihîst." Selma wiha domkir: "Hêviya min a dîtina wê carek din hebû lê dîtin nebû nasîbê min. Arin ji min re digot 'eger keçek te çêbû navê wê bike Avesta û bila Avesta bi zimanê Kurdî mezin bibe. Keça min wê ne dîtiye û nasnake rojek di televîzyonê de derketibû keça min Avesta digot 'Ev xaltîka min Arîne'." Selma diyar kir ku Pelda siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz gelek hezdikir û wiha behsa bîranînê wê ya bi heval Sara re kir digot, "Heval Sara li ba me dima û diyarî li hevalan belav dikir wê demê min jî diyariya Biksiyê kemerek dabû min. Em rûniştin û peyivîn piştre heval Sara ji min re got 'ka stranek bêje'. Piştî ku min stran got ji min re got 'dengê te gelek xweşe were em bi hevre biçin Parîsê tê li wir bibî dengbêj'. Min jî jêre got 'Lê ez ne ji bo ku bibim dengbêj hatime vir, ji bo şerkirinê û jiyana azad hatim vir'. Heval Sara hevalek pir hêja û bi nirxe eger min zanîba wê biçe şehadetê minê wê dirêj dirêj hemêz kiriba. Di dilê min de ma."
'Em stranek din bibêjin û bila bidawî be'
Selma behsa vegotinê xwe ya dawî a bi Peldare kir û wiha domkir: "Pelda got ka were em bi hevre stranek dawî bêjin û me got. Ji min re got cejin nêzdibe dayê bi tenê nehêle. Şekirê mevlana gelek hezdikir ji ber vê ji min re got şekirê mevlana bistîne û roja cejnê li mêvanan belav bike. Digot binêre min gotina xwe kir piştre nebêje Pelda tişt negot. Min hisdikir wê tiştek bibe."
(rc)