4 jin li ber Çemê Botanê çûn
12:24
JINHA
SÊRT - Li Berwariyê dema 4 jinan ji bo ku giya berhevbikin xwestin derbasî aliyê din yê Çemê Botanê bibin li ber avê çûn. Yek ji jinan ku hat rizgarkirin, jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 jin jî winda ne.
Li gor agahiyan li gundê Mezra yê girêdayî Berweriya Sêrtê 4 jin li nêzî gundê Erek çûn komkirina giya. Paşê jinên xwestin derbasî aliyê din ê Çemê Botanê bibin li ber avê çûn. Ji jinan Azîmet Toraman hat rizgarkirin, Nûriye Toraman jiyana xwe ji dest da. Esma Eryilmaz û Amme Gurbuz winda bûn. Azîmet Toraman piştî mudaxeleya yekemîn a ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Berwarî. Ji bo dîtîna jinên winda xebat didomin.
(rc)