Li Serêkanî Tabura Enternasyonalist hate ava kirin
14:47
Rojda Serhat-Şevin Şervan/JINHA
SERÊKANÎYÊ - Li bajara Serêkanî ya Kantona Cizirê Tabura Enternasyonalist û Azad bi tevlîbûna hezaran berxwêder û welatiyan hate vekirin. Arya Yeter ya berdevka Tabura Enternasyonalist û Azad e di vekirina Taburê de axivî û anî ziman ku li hember hêzên dagirker berxwedana gelên têkoşer li Rojava bi ser ket û bang li hemû şoreşgerên cîhanê kir ku tevlî şoreşa Rojava bibin.
Şoreşa Rojava di xeleka berxwedana YPJ/YPG de têkoşîn û xîreta hemû gelên bindest anî ba hev. Her wiha li gel berxwedana dîrokî pêkhatina hevdîtina şoreşgerên cîhanê jî bi berxwedana Rojava pêş ket. Her roj ji hemû gelên cîhanê tevlîbûn çêdibe. Niha jî li bajarê Serêkanî ya Kantona Cizirê Tabura Enternasyonalist û Azad hate ava kirin. Toren bi nîzama leşkerî hate destpêkirin û li gel şervanên şoreşger bi hezaran welatî jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de pankartên ku bi zimanên Erebî, Kurmancî, Tirkî û Îngilîzî li ser 'Bijî Şoreşa Rojava ' hatibû nivisandin hat vekirin. Axaftina vekirinê jî Arya Yeter bi Tirkî kir û piştre jî Kominîsta Elman Ernesto Beimler bi Îngilîzî axaftin kir.
' Şoreşa Rojava berxwedaneki li hember paşverûtiya mêran e'
Arya Yeter diyar kir ku Rojhilata Navîn ji alî dagirkeran û xwînmijan veguherî gola xwînê û destnîşan kir ku pratîkên çeteyên DAİŞ'ê ya li hember gelê Xristiyan, Êzidî, Sûryanî û Misilmana qetlîam û tecawûzan pêk tîne, jin û zarokan li bazaran difroşe feraseta dewletên dagirkeran jî diyar dike. Arya axaftina xwe wiha domand: '' Berxwedana me ya li Rojava ku li hember dijminê gelan pêk hat bi berxwedanek bêhempa bi ser ket.'' Arya bal kişand ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye û li hember paşverûtiya mêran bûye sembol ku vîna jinê derxistiye holê. Arya diyar kir ku parastina şoreşa rojava ji ber vê berpirsyariyek dîrokî ye.
' Em li hember pâşverûtiyan li eniyên pêş de şer dikin '
Ernesto da zanîn ku şoreşa Rojava êdî ketiye rojeva hemû cîhanê û berxwedana YPJ-YPG ji bo gelan bûye mînak û wiha berdewam kir: '' Rojava niha bûye Bekaa, Fîlîstîn, Komûna Parîsê ya di bin dagirkeriya Elmanan de bû. Bûye Madrîd a Îspanyayê, bûye Stalîngard. Em jî niha li hember dagirkerên dijminatiya gelan dikin re di eniyên pêş de li her bihosta axa Rojava'da de şer dikin. Em kesên Elman, Yunan, Îngîlîz, Ereb, Tûrk, Çerkes, hemû gelên cîhanê, şoreşgerên Enternasyonalist, ji bo parastina şoreşa Rojava bikin li Tabura Enternasyonalist de hatin ba hev.''
'Berxwedana hemberî DAİŞ'ê parastina jinê ye'
Piştî axaftinan Arya Yeter, pirsên çapemeniyê bersivand û li ser pirsa ku vîna jinê di tabûran de çawa cîh bigre bersivand û da zanîn ku Tabura Enternasyonalist şoreşa Rojava wek şoreşa jinê dibîne û berxwedana hemberî DAİŞ'ê jî wek parastina jinê ya cewherî dibîne. Arya bang li hemû jinên cîhanê jî kir ku ji bo parastina mafê jinê divê hemû jin di vê şoreşê de cihê xwe bigre û got: '' ev şoreş, şoreşa we ye''
' têkoşîna me ya lebatî dê bidome'
Ernesto li ser pirsa ku Tabura Enternasyonalist di şer de bi çi awayî cîh bigre bersivand û diyar kir ku wek pêngava Şehît Rûbar wê ji bo parastina şoreşê berpirsyarên ku dikeve ser milên wan bi cîh bînin û têkoşîna xwe yên lebatî dê bidomînin.
Bernama vekirina Tabura Enternasyonalist bi axaftinên kominîst anarşîst ya Yunanî Odisef û kominîst enternasonalistên Îspanyayê berdewam kir û bi sloganên ' Bijî berxwedana enternasyonalist' bi dawî bû. (ch)