Doza Ozgecan Aslan sibê dest pê dike

15:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna yekemîn ya doza qetilkirina Ozgecan Aslan sibê li navçeya Tarsûs a Mêrsînê dê destpê bike. Rêxistinên jinan ji bo xwedî derketina dozê bang li hemû jinan kir ku li ber dadgehê bicivin. Her wiha ji bo şopandina dozê 660 parezer dê amade bin.

Ozgecan Aslan (20) ya li navçeya Tarsûs a Mêrsînê Zanîngeha Çag de beşa Derûniyê dixwend, di 11 Sibat a 2015'an de piştî derketina ji zanîngehê xwest ku biçe Mersînê ji alî ajokarê minîbûsê û 2 kesên din ve hat şewitandin û qetilkirin. Darizandina kujerên Ozgecan, Subhî Altindoken, bavê wî Necmettin Altindoken û hevalê wî Fatîh Gokçe sibe seat di 09.30'an de li dadgeha Tarsûsê dê destpê bike. Ji bo şopandina vê dozê ji hemû baroyên Tirkiyê 660 parezer dê amade bin. Rêxistinên jinan jî daxwaza tevlîbûna dozê dikin. Her wiha bi pêşengtiya Platforma Em ê Qetilkirina jinan Bisekinînin, jin li her derê bangawaziya tevlîbûna doza Ozgecan dikin. Jinan diyar kirin ku Ozgecan ji bo jinan sembolek e û divê xwedî lê derbikevin. Meclîsa Jinên Sosyalîst jî bang li jinan kir û dan xuya kirin ku heta cîhanek azad ava bibe dê têbikoşin.

Li bendê ne ku sibe bi hezaran jin li ber dadgehê bicivin

(ch)