Jinên Şengalê: Eger em bi zanistbana emê bê parastin nemabana
09:15
Zêrîn Kurtay / JINHA
QAMIŞLO - Jinên Şengalê balkişandin ser girîngiya rêxistinbûna bi zanist û wiha gotin, "Eger zanista me a rêxistinbûnê hebaya di êrîş û qetilama DAIŞ'ê emê bê parastin nemabana."
Jinên Şengalê yên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê koçî bajarê Qamişloyê kirine, li hember êrîş û qetilamên ku pêk werin xebatên zanistiya rêxistinî dan despêkirin. Jinên Şengalê balkişand ser girîngiya zanistiya rêxistinbûnê û diyar kirin ku ewê tu caran bê adeletiyê û zilmê nepejrînin. Yek ji jinên Şengalê Wacîde Sûleyman Abbas diyar kir ku piştî qetilama li ser heremê Şengalê pêkhatiye ew êdî dijmin û dostê xwe ji hev derdixin û ji bo ku bibin bersiv ew ketine nava lêgerînê.
'Emê zanistiyê armanc bikin'
Wacîde da zanîn ku heya niha tu tişt ji bo xwe nekirine û wiha domkir: "Her dem em li gorî derdorê xwe tevgeriyan, lê belê ji vir û şûnve ji bo pêşeroja zarok civak û xwe em zanistiyê armanc dikin. Hemû jin bi salane ji pencereyê xwe li cîhanê dinêr. Êdî pêwîste em ji vê bêdengiyê re bêjin bese û xebatên zanistiyê bidin dest pê kirin ji ber ya girîng ji bona me ev e. Eger zanista me a rêxistinbûnê hebaya di êrîş û qetilama ku pêkhatî de emê bê parastin nemabana. Ji ber vê yekê emê perwerdeyên xwe a parastinê û zanistê bidin dest pê kirin."
'Pêwîste jin ji xwezaya xwe şerim neke'
Jina Şengalê Neam Edyas jî bal kişand ser berhemên dest a jinan û diyar kir ku ked ji her tiştî bi nirxtire. Neam got: "Wek jin bi kedê xwe a destan ji bo debara xwe û pêdiviyên mirovên derdor xebitîm. Min cil û pêdiviyên pêwîst didrût. Pêwîste jin tu caran ji xwezaya xwe şerim neke. Ji ber ku jiyana xwezayî di destê jinan daye. Hemû jinên kedkar silav dikim."
'Ked dayîn berxwedanî ye'
Herekol Heşto diyar kir ku gelê Şengalê ji tunebûnê hebûnê avakiriye û anî ziman ku li hember bê aviyê ew wek ciwanên Şengalê bîr kolane û pirsgirêkê xwe ya avê çareser kirine. Herekol behsa çiyayên ewle yên Şengalê kir û got ku pirsgirêk di peyda kirina kaniyê avê de heye û wiha domkir: "Emê vê pirsgirêkê jî ji holê rabikin. Êdî bêy ku em xwe bispêrin tu kesî emê pêdiviyên xwe bi xwe pêşwazî bikin. Li cihê ku ked hebe dê berhem jî hebe. Ji bo ku gelê Şengalê cihê ku lê dijîn bikin navenda jiyana xweş em komîna xwezayî avadikin. Emê di vir de jî bi serbikevin. Ked dayîn berxwedanî ye."
(rc)