Ji bo tacîzkar a Zanîngeha Dîcleyê 14 sal ceza tê xwestin
09:17
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - İddanameya der heqê Hûseyîn. A de hate amade kirin ku li Zanîngeha Dîcleyê du jinan tacîz kiribû ji alî Dadgeha Cezaya Aslîye ya 11'emîn hate qebûl kirin. Ji bo tacîzker bi iddaya 'êrîşa cinsî û heqaretê' pêkanîye heta 14 salan ceza hate xwestin.
Mehek berê du xwendekarên jin piştî ji Zanîngeha Dîcleyê derketin û ber bi Yurda Selahattîn Eyyûbî ya girêdayî Saziya Kredî û Yurdan e (KYK) meşiyan rastî êrîşa devkî û fizîkî ya cinsî bûn. Di encama giliyên xwendekaran ku her tim rastî tacîzan dihatin û vê rewşê protesto dikirin Hûseyîn A. Hate binçavkirin û piştî teşhîsa xwendekaran hate girtin û sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîp a E bû. İddanameya ku der heqê Hûseyîn. A de hate amade kirin jî ji alî Dadgeha Cezaya Aslîye ya 11'emîn hate qebûl kirin.
' ji bo du sucan 14 sal ceza tê xwestin'
Di iddanameyê de êrîşên ku li hember jinên xwendekar hatiye kirin bi berfirehtir cîh digre û bersûc Hûseyîn A. İddayan red dike. Dozger der heqê bersûc de bi sucdariyên 'êrîşa cinsî û heqaretê' pêkanîye ji 3 salan heta 7 salan ji du alî darizandina wî xwest. Danişîna dozê ya yekemîn dê 8'ê Tîrmehê de li dadgeha Amedê pêk were.
Çi qewimî bû?
Di 11'ê Gulanê de seat 20.00'an de li Zanîngeha Dîcleyê du xwendekarên jin, dema ber bi Yurda Selahattîn Eyyûbî ya girêdayî Saziya Kredî û Yurdan e (KYK) dimeşiyan maşîneyek sipî ya markaya şahîn e û xwedî plaqaya 72 AK 721 e nêzî wan bû û kesên di nav de ne bi awayekî devkî û fizîkî jinan tacîz kirin. Piştî êrîşên tacîzê xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo şermezarkirina vê bûyerê heta derengiya şevê protesto pêk anîn. Ji bo piştgiriya xwendekaran sedan xwendekar ber bi qada Deriyê Çiyê bi slogana 'tedbîr neyê girtin çalakiyên me dê bidomîn' meşiyan. Çalakiyên xwendekaran rastî êrîşên polîsan jî hatibû û bi piştrgiriya Hevserokên Şaredariya Amedê û Baroya Amedê bûyer di raya giştî de jî bi bandor bî û kesê sucdar di demek nêz de hate girtin.
(ch)