Xwendakarê dibistana Berîvan karnê xwe girtin

11:19

JINHA

ŞIRNEX- Xwendakarê dibistan Berîvan ku perwerda wê bi Kurdiye karnê xwe bi şahiyek girtin. Mamostê dibistanê Hiseyîn Çatikkaş axivî û diyar kir ku ew tevî hemû astengiyan jî hatine dawiya salê.

Xwendekarên dibistana Berîvan karneyê xwe girtin. Dibistana Berîvan ku perwerdehiya bi kurdî dide tevî hemû zext û zoran jî perwerdehiya salek tamam kir û xwendakarê wê ketin betlanê. Bi wesîla rojê li Mala Gel a Nurê şahiyek hat li darxistin. Hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla Îmret, Kurdî-Der, TUHAD-FED, Egîtim-Sen, Navenda Piştigiriya Jinê Sitiya Zîn, MAPER, xwendekar û malbatê wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Mamostê dibistanê Hiseyîn Çatikkaş axivî.

‘Me hebûna xwe dît’

Huseyîn diyar kir ku wan di serê salê de bi coşek mezin dibistanê vekirine lê rastî gelek astengiya hatine û wiha axivî:” Bi hewildanek mezin em gihêştin dawiya salê. Zimanê kurdî bi sala ne ku hatiye qedexe kirin lê me viya da nîşan dan ku em karin li dibistankî bi kurdî perrwerde bidin û wê dibistanê bi Kurdî bi rêve bibin.” Huseyîn got ku ew dizanin bi dibistanekî pirsgirikê perwerdehiya bi kurdî çareser nabe û wiha got:” Li Cizîrê 100-150 dibistanê Tirkî hene em nikarin bi dibistanek tenê pêşiya pişaftinê û xwe pişaftinê bigrin lê me bi vê dibistanê tuxleyekî ji dîwarê deshilatdara derxist.” Huseyîn diyar kir ku xwendekarê wan ji sedî not serkeftî bûne û ev serkeftin ne tenê Xwendin û nivîsandin e û wiha pêde çu:” Zarok bi zimanê bêhtir fêm dikin. Me hebûna xwe di zarokan dît. Pêwiste em bi hev re dibistan Berîvan ferehtir bikin.”Huseyîn di dawiya axaftina xweda sipasya xwe ji malbatên xwendekaran re anî ziman û got ku malbat her tim piştgiriyê dana wan.

Piştî axaftinan xwendekarê dibistanê helbest xwendin û sitran gotin. Du re ji aliyê mamosteyan ve karne li zarokan hatin belav kirin. Herî dawî Ji karneyên saziyan hatin belav kirin di karneyên saziyan de li gorî xwedîderketina li Kurdî û Dibistana Berîvan not hatibûn dayîn.

(ma/rc)