Jinên serêkaniyê bi coşekî gerim xwarinê ji şervanan re amede dikin
12:15
JINHA
SERÊKANIYÊ - Jinên bajarê Serêkaniyê bi coşekî gerim serdana êniyên şer ên pêş kirin û xwarin ji Yekêniya Paristina Gel YPG û YPJ'ê re çê kirin.
Duh Li bajarê serêkaniyê ya Kantona Cizîrê bi dehan jin bi coşekî gerim serdana êniyên şer ên pêş kirin û xwarin ji şervanên YPG û YPJe re amede kirin. Jinan diyar kirin ku ewê heya dawî piştgiriya xwe li gel şervanan bidomînin. Her wiha jina bi navê Şarê Çolo ya 60 salî got: "Her çiqas temenê min mezin be jî ez her dem amede me piştgiriyê bidim şervanan. Ji ber ku YPG û YPJ'ê hemû zarokên vî welatîne em jî ji bona wan xwarinê hazir dikin. Eger dayîk piştgirî nedin û xwarin çênekin kî wê beke."
Necla Mihemed ya bi temenê 63 salî jî wiha got: "Em îro hatine xwarinê ji YPG û YPJ'ê re çê bikin û em ê heya dawî piştgirî bidin şervanên YPG û YPJ'ê. Em serkeftin ji bo şervanan û hemû gel dixwezin."
Cûra xelef Eyo jî got: "Bi hatina me re şervanan hîsdikin ku ew ne bi tenê ne. Em wek dayîk her dem li pişta wanin."
Amedekirina xwarinê bi stran û lêliyên dayika bi dawî bû.
(de/rc)