Jinên gundê Seyîd Elî komînên xwe aktîf dikin
12:41
JINHA
HESEKE- Yeketiya Star ji bo ji nûve ektîvkirina komîna gundê Seyîd Elî ya bajarê Hesekê civînek lidarxist.
Li gundê Seyid Elî ya bajarê Hesekê a kantona Cizîrê ji bo ji nûve ektîvkirina komîna gund, rêxistinkirina jinan û peydakirina pêdiviyên jinan, bi amedebûna bi dehan jinan civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir , piştre endama Rêveberiya Yeketiya Star a bajarê Hesekê Yesra Ilyas rêziknameya komînên xweser xwand û şîrovekir. Ji aliyekî din jî endama Rêveberiya Yeketiya Star Şervîn Hesekê derbarê girîngiya ektîvkirina komînan de axivî û balkişand ser karê ku endamên komînê pêkbînin ji bo birêxistinkirina jinan û diyar kir ku, pêwîste jin karê xwe bi xwe bikin bêyî ku xwe bispêre tu cihî.
Di dawiya civînê de di encama hilbijartinan de Serkokek û du alîkar hatin hilbijartin û komîteya Aborî, Perwerde û parastinê hatin avakirin û endam ji bo wan hatin erkdarkirin.
(ee/rc)