Ji Zanîngeha Skoçyayê xelata endamatiya rûmetê ji bo Ocalan
13:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya Skoçyayê (USSA), xelata endametiya rûmetê da Rêberê PKK'ê Ebdulah Ocalan. Xelat wê di 20'ê Hezîranê de bi merasîmekê ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve bê wergirtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Zanîngeha Strathclyde ya Skoçyayê (USSA),de hat ragihandin ku Ocalan di sala 1999'an de li paytexta Kenya Nayrobî, ji aliyê CIA û hêzên Tirkiyeyê ve hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xelat wê li şûna Ocalan, ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve were girtin. Ceylan Bagriyanik wê ji aliyê midûra giştî ya ji cihêrengiyê berpirsyar parêzer Roza Salih ve were pêşwazîkirin.
'Ocalan hêjayî vê xelatê ye'
Midûra Giştî ya ji cihêrengiyan berpirsyar Roza Salih jî daxuyaniyek da û got, "Ez gelekî kêfxweş im ku USSA têkoşîna Ebdullah Ocalan nas kiriye û endametiya rûmetê ya heta dawiya emrê xwe, daye wî. Ocalan hêjayî vê xelatê ye. Ew ji bo Kurdan demokrasiyê dixwaze û dixwaze etnîsîteya Kurd, li ser bingeha mafên mirovan di nava mirovên li civakeke wekhev dijîn, bê naskirin."
'PKK konfederalîzma demokratîk dipejirîne'
Di merasîma 20'ê Hezîranê ya li Glasgowê de wê endamên KNK'ê jî amade bin. Di daxuyaniya zanîngehê de hat bibîrxistin ku PKK ji bo rizgariya gelê Kurd ev 30 sal in têkoşîna çekdarî dimeşîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK niha konfederalîzma demokratîk dipejirîne û Rêberê PKK'ê Ebdulah Ocalan di Newroza Amedê ya 2013'an de banga agirbestê kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan ev banga xwe di Newroza îsal de dubare kiriye û hat gotin ku Rêberê PKK'ê Ebdulah Ocalan nivîskarê zêdeyî 40 pirtûkan e.
(ch)