Dayikên Aştiyê : Dixwezin me bînin dijberî hev bila welatiyên me neyên listikê
14:03
JINHA
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî bûyerên li Amedê pêk hatin li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku bila welatî bi lîstikên AKP'ê nexapin.
Meclîsa Dayikên Aşîtiyê têkildarî bûyerên li Amedê pêk hatin li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê Havva Kiran bi kurdî û Rayife Ozbey jî bi tirkî daxuyanî xwendin. Havva Kiran diyar kir ku ev hilbijatin gelekî girîng e û wiha got:" Me bend derbas kir. Em dibêjin ku bila welatiyên me bi lîstikên AKP'ê nexapin. Em kurd in û welatiyê me jî mirov in. Bila êdî xwîn neyê rijandin. Kesê ku dibêje ez misliman im divê hurmet nîşanî ola xwe bide."
Havva li ser qetilkirina ajokarê maşîneya anonsê yê HDP'ê Hamdullah Oge rawestiya û ev tişt anî ziman: "Li mîtînga Amedê jî bombe hat teqandin. Xwestin ku hilbijartin bê taloxkirin. Dewlet zanîbû ku wê HDP'ê bendê derbas bike. Ji ber vê yekê provokasyonên qirêj pêk anîn." Havva bal kişand ser Serokomarê Tirkiyeyê wek "Sultan Suleyman" dibîne û wiha pê de çû: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Lê hikûmet gav navêje û dibêje ku bila PKK çêkan berde. Em dibêjin êdî bes e." Havva derbirî ku polîsên Tirkiyeyê erîş birin meclîsên taxan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev operasyon ne gavên aşîtiyê ye. Ji niha şûnde bila dayik negirîn. Em bang li welatiyan dikin ku bila bi lîstikên AKP'ê neyên nexapin."
(rc)