Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr ji aliyê jinan ve hat hilgirtin

14:25

JINHA

WAN - Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li Wanê hate definkirin. Bavê Benazîr, Niyazî Sonmez di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Dema keça min ji malê derket heskirinekî wê hebû. Ji bo wê têkoşîn meşand. Ji ber di temenekî ciwan de gihişte heskirina xwe ez pê serbilind im."

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Benazîr Sonmez (Rûken Wan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Rihayê anîn Wanê. Cenazeyê Benazîr li duryana riya Wan û Westanê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Benazîr pişt re anîn ber Meclîsa Gel a Taxa Yenî. Pişt re derbersta Benazîr ji aliyê jinan ve hate wergirtin û bi meşê ber bi Şehîdgehê ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Sonmez, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmeya "Şehîd namirin" hate berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Benazîr li goristanê ji aliyê jinan ve hate definkirin. Parlementerên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar, HDP, DBP, hevşaredar û bi sedan welatî tevlî merasîma cenazê bûn.

Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Pişt re Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn axivî û diyar kir ku Benazîr li Kobanê û Şengalê ji bo Kurdistanê têkoşîn meşand û wiha got: "Em jî soz didin em dê di riya wan ronî kirî de bimeşin û têkoşînê bidomînin." Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Kevê Işik jî sersaxî li malbat û gelê kurd da û diyar kir ku her roj canên xwe defin dikin. Kevê anî ziman ku ji ber vê yêkê gelek xemgîn in û wiha got: "Me ji AKP'ê re got em aşîtiyê dixwazin. Lê AKP'ê her roj şer li hemberî me sor kir û her roj dilê me dişewitîne. Dilê me bişewite jî şehîdên me ji Kurdistanê re bihar anîn."

Bavê Şervana YPJ'ê Benazîr Niyazî Sonmez jî wiha got: "Dema keça min ji malê derket heskirinekî wê hebû. Ji bo wê têkoşîn meşand. Ji ber di temenekî ciwan de gihişte heskirina xwe ez serbilind im." Xwîşka Benazîr Mîzgîn Sonmez jî diyar kir ku di riya têkoşînê de gelek kesan canê xwe feda kirin e.

Piştî merasîma cenazê, girse ji goristanê veqetiya.


(rc)