HDP ' Heyeta Pêşiya Provakasyona Bigre' pêk anî

15:13

JINHA

ANKARA - HDP ji bo pêşiya provakasyona were girtin û provakasyonên ku li Amedê pêk hat vala were derxistin heyetek bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pêk anî.

Partiya Gelan ya Demokratik (HDP) ji bo pêşiya provakasyona were girtin, provakasyonên ku li Amedê pêk hat vala were derxistin û rageşiya nava gel de were daxistin biryara heyetek ya bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pêk tê girtin. Di heyetê de Hevserokê DBP'ê Kamûran Yûksek, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Ahmet Yildirim, Parlamentera Dîlokê Mahmut Togrul, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Bêştaş û 2 Parlamenterên Amedê ku navên wan nehat eşkerekirin dê cîh bigrin. Hat zanîn ku heyet, piştî bombeya li Amedê hate teqandin û di navbera HDP û HÛDA-PAR'ê de bi encama provakasyonên kontrayan de 4 kes jiyana xwe ji dest da hevdîtina pêk bîne û rageşiya ku di nava gel de pêş ket daxîn e.

Hat ragihandin ku hin rêxistinên sivîl jî dê tevlî heyeta HDP'ê bibin û heyet dê yekemin di qada Îstasyonê de bîranînek pêk bîne û qûrnefîlan deyne cihê bûyerê ya teqîn pêk hat. Heyet dê piştre kesên birîndar zîyaret bike û biçe serdana malbatan ya jiiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku li gor derfetan heger gengaz be heyet dê bi HÛDA-PAR'ê re jî hevdîtinek pêk bîne.
(ch)