Şervana YPJ'ê Narinç bi hezaran hat oxir kirin

16:07

JINHA

ŞIRNEX -Şervana YPJ'ê Narînç Şaki ku di encama operasyona li Kobanê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Silopî bi tevlîbûna hezaran hat veşartin.

Şervana YPJ'ê Narînç Şaki (Rûken Spertî) ku di encama operasyona li Kobanê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê de di 7'ê Pûşberê de jiyana xwe ji dest dabû cenazeya wê ji Deriyê Sinor ya Mûrşîtpinarê ji alî malbat û nûnerên MEYA-DER'ê hat girtin û anîn Saziya Tibba Edlî ya Rihayê. Piştî otopsîyê cenazeya Şervana YPJ'ê Narînç Şaki ji alî malbat û nûnerên MEYA-DER'ê teslîm hate girtin û ber bi navçeya Silopî ya Şirnexê ve hat bi rê kirin.

Cenazeya şervana YPJ'ê Narînç Şaki ji alî hevserokên şaredariya herêma Nerdûş ya girêdayî Silopîye hat pêşwazî kirin. Her wiha teşkîlata HDP û DBP'ê ya Şirnexê, aktivîstên KJA'yê û bi hezaran welatî jî bi konvoyê ber bi Silopî ve çûn. Cenazê li Camiya Şehîtlikê ya taxa Cûdî ye bi hezaran jin bi dirûşmên "Şehit namirin" û bi tilîliyan hat pêşwazî kirin.


Tabûta Şervana YPJ'ê Narînç ya bi ala kesk û sor û zer hatibû xemilandin ji alî jinan hate hilgirtin û piştî vecîbeyên olî bi meşê ber bi goristana Taxa Kobanê ve hate birin. Di merasîmê de hevalên Narinç Şakî li pêş bi siniya ku hine di nav de bû meşiyan.

Di merasîma cenazeyê de Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Zozan Anik axivî û got: '' Şehîdên me yê ku ji bo şeref û namusa me, welatê me, canê xwe dide em jî soz didin wan ku em ê di rêya wan de bimeşin.'' Piştî axaftinan cenazeya Narinç hate veşartin û gel derbasî kona şînê ya li taxa Zapê ye bûn.
(ch)