YPG: 18 gund hatin rizgarkirin gelek çete hatin kuştin
17:56
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di 24 demjimêrên dawiyê de di çarçoveya operasyona Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de 18 gund û 8 gundik hatine rizgar kirin.
Navendê diyar kir ku di roja 37. de li başûr, rojhilat û bakurrojhilatê Silûkê operasyonên rizgarkirinê dewam kirine û gelek gund ji çeteyan hatine paqijkirin. YPG'ê da xuyakirin ku di 24 demjimêrên dawî de gundên Tabxan, Hos, Daman, Mefer Esala Rojava, Bîr Me'alcê, Mixtar, Semalk, Xanik, Gamiş, Til Saxîr, Til Qilec Xanik, Semal, Za'zu, Ubeyd, Zerawî, Şerîf, Zarafî, Arbîd û 8 gundik hatin rizgarkirin.
7 çete hatin kuştin
Navend YPG'ê da xuyakirin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin, lê belê 2 qemyonên tijî cebilxane û maşîneyeke pîqabê ku çeteyan hewl dane ji herêmê birevînin, hatine rûxandin. Hat ragihandin ku 7 çeteyên ku di van maşîneyan de ne hatine kuştin. YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên çete danê sibehê li başûrê Til Berakê, ji bin kontrola çeperên leşkerên rejîmê derbas bûn û êrîşên hêzên YPG/YPJ'ê kirin. Hat ragihandin ku piştî şikandina van êrîşên li gundên Elî û Ebû Xezalê, hêzên YPG/YPJ'ê êrîşeke dijber lidar xistin û çeteyên DAIŞ'ê neçar man dîsa ji qadên di bin serweriya leşkerên rejîmê de ne, birevin.Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çete, li heman herêmê bi çekên giran gule li gundên haydar û Xizêla reşandine.
Li Kobanê 2 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bal kişand ser berxwedana Kobanê ya di roja 270. de ye û ev agahî da:
"Hêzên me şevê din li nêzî gundê Bîrerep ê li Rojhilatê Kobanê li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de bi qasî hatiye zelalkirin 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li heman gundî xebatên lêgerîne jî pêkanîn û di encam de tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 7 kleş, 7 rext û 28 şerjorên kleşê."
(ch)