Jinan: Parastina cewherî şerte!

09:13

Bêrîtan Elyakut /JINHA

AMED - Li Tirkiyê her ku diçe qetilama ku li ser jina pêk tê zêde dibe û di sala 2015'an de hîn zêdetir bûye. Li Amedê Saziyên jinan diyar kirin ku, ji bo pêşî li qetilama jinan bê girtin parastina cewherî pêwîste û dan zanîn ku ji bo zanistiya parastina cewherî û zaguna heyî bê guhertin ewê têkoşîna xwe berfireh bikin.

Kuştin û qetilama jinan li Tirkiyê bê navber didome. Di sala 2015'an de tenê di nava 4 mehan de nêzî 100 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatiye qetil kirin. Li kêlek ewqas qetilamên ku bê navber tê kirin, hîna nasnameya jina Rojava a ku di meha Gulanê de hatiye qetilkirin diyar nebûye. Li Tirkiyê ji nava 10 jinan 4'ê wê rastî şîddeta fîzîkî û ji sedî 80'î jî rastî şîddeta psîkolojîk tê. Derbarê şîddeta fîzîkî, şîddeta psîkolojîk û qetilaman de, jinên saziyan nirxandin kirin û destnîşan kirin ku, qetilamên ku tên jiyankirin bingehek wê ya bîrdozî û polîtîk heye û balkişandin ser girîngiya parastina cewherî. Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Epîdem Azîze Kaya diyar kir ku, piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îqtîdarê qetilama jinan zêde bûye û wiha got: "Her roj li dora 5 jin tê qetilkirin. Sedema qetilama hişmediya baviksalarî û desthilatdariya dewletê a li ser jin e."

Jin dê bi rêgezên parastina cewherî xwe bi rêxistin bikin

Azîze diyar kir ku armanca xebatên xweser a saziyan, desthilatdariyê li ser jin ji holê rakirin û têkoşîn bilind kirine. Azîze got: "Ji ber desthilatiya mêr û zagunên ku dewlet xwedî dike jin her rastî qetilama tên. Êdî jin wê parastina xwe a cewherî bi xwe avabikin. Bêy ku em xwe bispêrin zagonan, mêr û bikevin bendewariya tiştek dê jin parastina xwe ya cewherî bi aweyek rewa pêkbîne."

'Emê zagonan veguherîn'

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jin ya Amîda Leyla Sîmedurmaz anî ziman ku her roj kuştin û qetilama jinan zêde dibe û ev xwedî bingehek polîtîke. Leyla wiha domkir: "Em bawerdikin ku qetilamên ku ser jinê pêktên bi destê hikûmeta AKP'ê ye. Li hember van êrîşan emê parastina xwe a cewherî pêşbixin. Heya ku ji destê me bê emê zagonan veguherînin û têkoşîna xwe bi hêzbikin."

'Kujer bi cezayên herî kêm tên mûkafatkirin'

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Epîdem Rûken Ûnsal diyar kir ku dewletê dixweze cînayeta jinan di nava civakê de rewa bike û cihê ku kujeran ceza bike mûkafa dike. Rûken destnîşan kir ku dewlet herî zêde bi medya yê qetilaman rewa dike û wiha domkir bi gotinên wek 'jin hevserê xwe xapandî', 'jin ji mal reviya ye', di medya de kuştina jinan tê rewa kirin. Rûken got: "Em wek jin û sazî emê parastina xwe a cewherî bi hêz bikin û zagonên heyî biguherin. Emê xebatên guhertina zagonan û zimanê medya yê ya li dijî jin tê bi karanîn biguherin."


'Pêwîste zagona bingehîn parastina cewherî nasbike'

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya jinê ya Epîdemê Neslîhan Başak destnîşan kir ku pêwîste dewleta Tirkiyê modela Maksîka esas bigre ji ber ku pêwîstiyên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dijîn bi modelek wiha heye. Neslîhan got: "Di nava zagonan de mafê parastinê hatibe dayîn jî lê em li welatekî ku maddeyên xwe ya zagona bingehîn esas nagre re rû bi rû mane. Em li her deverê rastî tehdîdê mêran tên. Ji bo ku zagon hebûna jin bipejrîne pêdivî bi parastina cewherî heye. Ji teşîrkirina jinan zêdetir emê teşîrkirina mêran esas bigrin."


'Emê raperîna xwe mezin bikin'

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda Evîn Gûleker got: "Bingeha şîddeta ku li ser jin pêktê newekheviya di nava civakê deye." Evîn diyar kir jina ku derbikeve dervî sînorên ku jêre hatiye diyar kirin, ew jin rastî tundî, tecevûz û mirinê tê. Evîn wiha berdewam kir: "Felesefeya me a herî mezin em sînorên qadên xwe bi xwe diyar bikin. Têkoşîn, vîn û nêrîna jin bilind kirin re emê jiyana nû înşa bikin. Li Rojhilata navîn pirsgirêkê jin tune ye ya mêr heye. Pirsgirêkê mêr jî pirsgirêka dewletê ye."


(rc)