Dayikê Şemiyê di hefteya 338’min de aqubeta Abdulhekîm Tanriverdî pirsin
10:41
JINHA
ŞIRNEX- Dayikê Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 338’minde jî li failên xizmên xwe pirsîn û daxwaza edaletê kirin.
Dayikê şemiyê li Cizîrê her hefte bi armanca ku wanehiyên wan werin dîtin û failên kuştinên xizmin wan werin darizandin çalakî li dar dixin. Dayikê şemîyê çalakiya xwe ya 338’min pêk anîn û daxwaza edaletê kirin. Meya-Der, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, revebirê HDP, DBP'ê û gelek kes ji bo ku piştgiriyê bidin Dayikê Şemiyê tevlî çalakiya li kolana Hûnerê bûn. Li vê derê failên Abdulhekim Tanriverdiyê ku di sala 1993’de hatibû revandin û piştre hatibû ketil kirin hat pirsîn. Çiroka Evdilkerim ji aliyê endamê Meya-Derê Weysî Durgut ve hat gotin Weysî got ku li gorî beyanê hevsera Abdukhekim Atike Tanriverî rojek nîvê şevê çend kesên ku rûyê wan girtî hatine ber derê wan û ji hevserê wê re gotine “Derkeve derve eger tu dernekevî emê bombe bavêjin mala te”. Weysî da zanîn ku piştî çend rojan malbata Abdulhekim tu agahî jê nestendiye û birayê wî Abdurahîm çûye cem Camal Temîzoz û li Abdulhekîm pirsiye li ser vê yekê Cemal Temîzoz jê re gotiye ku” Me birayê te kuştiye lê negerin” Weysî diyar kir ku piştî bûyerê bi 10-15 rojan canazê Abdulhekîm ji aliyê 2 şivanan ve li ser rêya Hezexê tê dîtin.
‘Bûyerên Amedê salên notî tînin bira me’
Pişt re nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat axivî û diyar kir ku Cemal Temîzoz gelek kesa qetil kiriye lê tenê yek doz lê hatiye vekirin û di wê dozê de jî Cemal Temîzoz serbest e û wiha axivî:” Hêza ku li pişta Cemal Temizoz wî diparêze xwedê dizane niha li ku derê de ji xwe re di betlanê da ye her hefte xizmên van kesan bang li dozgeran dikin lê kes dengê wan na bihîse.”Abdulkerim buyerê li Amedê qewimin jî bibîr xist û diyar kir van bûyera salê notî tînin bîra wan û ew xemgîn dibin."
Di dawî de Dayîkên Şemiyê bi pênc deqe çalakiyê rûnişkandinê ve çalakiya xwe bi dawî kirin.
(ma/rc)