Jinên dîlokê bi Ûvercînka hevdîtina hûner û jiyanê dike

10:53

Piroz Ziriğ/JİNHA

DÎLOK - Dîlok ji alî civakbûyina jinê de cihekî herî paşketîye. Komeleya Ûvercînka ya Jinê ku salek berê ji alî mamosteyan hate vekirin vê kêmasiyê digre û hevdîtina jinê ya bi jiyan û hûnerê pêk tîne. Jinên ku bi hişmendiya dîrok û hûnerê hatin ba hev bi mûzîk,şano,wêne û helbestan ji bo jinên bajara Dîlokê qadeke jiyanê ya nû vekirin.

Komeleya Ûvercînka ya Jinê salek berê di meha Avrêlê de ji alî komek jinên mamoste bi şîara ' Em têkoşîna xwe bi hûnerê bilind dikin' hate damezrandin. Komeleya Ûvercînka bi baweriya girêdayîya jinê ya bi hûnerê re derketiye û niha jinê bi hûner û jiyanê tîne ba hev. Komele bi armanca ku jin bi rêya hûnerê tevlî jiyanê bibin bi çalakîyên mûzîk,şano,wêne, helbest û çîrokên jiyanê hevdîtinan pêk tîne. Serokê Komeleyê Mûjgan Şahîn, anî ziman ku tundiya li hember jinê, êrîşên cinsî û kuştinên pêk tê têkiliya jinê û hûnerê lawaz dike û got: '' Armanca me ew e ku têkiliya jinê ya ji hûnerê hatiye qutkirin cardin were ava kirin

' bi çîrokên jiyanê xwe nasandin'

Mûjgan axaftina xwe wiha domand: '' Keskesorekî bifikirin ku xwedî her cureyên renga be lê rengê wê ya esasî sor be. Rengê jinê ya esasî jî hûner e.'' Mûjgan da zanîn ku xebatên jinê de bê ku şiddet neyê destgirtin, îstîhdam, dîrok, sîyaset, aborî û polîtîka neyê destgirtin nabe. Em hemû beşan bi hûnerê ve girêdidin û ji jinan re vedibêjin. Jin çiqas xwe nas bike wê ewqas di xebatan de rêyên nû vebike û dîrokê de xuya bibe. Çav vekirina jinê jî girêdayî vê ye. Jin çiqas çîrokên hev dû bizanibin dê ewqas êşên hev dû baş fêm bikin.

' Destpêkirina me ya erbanê bi daxwaza bihîstina qêrîna me bû'

Endamê Rêveberiya Komeleya Ûvercînka Emîne Porsûk da zanîn ku bi erbanê dest bi xebatên xwe kirine û diyar kir ku wateya vê jî heye û got: '' lewre erbane enstrümana ku qêrîna me herî baş bidin fêmkirine.'' Emîne dîroka erbanê jî vegot û anî ziman ku di dîrokê de enstrümana yekemîn ya jin bikaranîye erbane ye û wiha dawî da axaftina xwe: ''di dawetên Kurd, Ermenî, Zerdûştan de û demên ku bi şev li dora agir dihat kombûyin jinan dîsa erbanê lê didan.''
(ch)