Yasemîn Acar: HDP'ê di kolanan de jî bendê derbaskir

11:34

JINHA

WAN - Piştî ku HDP'ê bendê derbaskir û tevî 80'î parlementer 32 parlementerê jin ketin Meclîsê, provokasyonên despêk ya piştî hilbijartinê li Amedê pêkhat. Mamosteya Zanîngeha Ozyegin ya Beşa Psîkolojî Yasemîn Acar derbaskirina bendê ya HDP'ê nirxand û diyar kir ku HDP'ê ne tenê li Meclîsê di kolanan de jî bendê derbaskirine û ji ber vê yekê provokasyon pêk tên.


Di 9'ê Hezîranê de li semta Şehîtlikê ya Amedê êrîşek çekdarî li dijî Serokê YENÎ ÎHYA-DER Aytaç Baran pêkhat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyera êrîşê li gelek taxan êrîş li ser welatiyan pêkhat û di encamê de gelek welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Mamosteya Zanîngeha Ozyegin ya Beşa Pîskolojî Yasemîn Acar behsa hêvî û xebatê du salan a çareseriyê kir û anî ziman ku bend ne tenê li meclîsê li kolanan jî hatiye serxistin.


'Me di anketan de dît ku tevlîbûn ji HDP'ê re zêdetir bûye'

Yasemîn nêrînê xwe ji bo xebatên ankêtê a pêvajoya aşîtiyê ku ji sala 2012'an de despêkiriye anî ziman û diyar kir ku hêvî û xwesteka mirovan ji aşîtiyê gelek zêde ye. Yasemîn got: "Demê borî BDP'ê hebû, niha HDP'ê heye. Di encamê çavdêriyên me yên anketê de tevlîbûn ji HDP'ê re zêdetir bûye." Yasemîn got: "Gelek kes ji mere vê yekê gotin, 'em bi partiyên din re xebitîn ango me dîtin. Heyan ku HDP'ê û pêvajoya çareserî û aşîtî pêşneket me tiştek nekir. Ez mînakek bidim dema ku çûm Meletiyê hevalek min hebû ev 15'e sale bi CHP'ê re dixebite lê ew jî digot ez êdî dengê xwe nadim CHP'ê. Digot ezê êdî di nava CHP'ê de naxebitim ezê derbasî HDP'ê bibim'. Dema ku min jê pirsî çima tu derbasî HDP'ê bûyî?. Ji min re got 'Ji ber ku cudahiya HDP'ê bi çavan min dît naşibihe partiyên din'. Bi rastî me hîsskir vê yekê."

'Bendê derbaskirin pêngava yekemîn bû'


Yasemîn got: "Di pêvaşoya aşîtiyê de herî zêde jin bi serket" û da zanîn ku cardin ya herî zêde jin ked daye. Yasemîn da zanîn ku HDP'ê bi derbaskirina bendê "Pêngava yekemîn" avêtiye û pêvajoya herî girîng piştî derbaskirina bendê despêdike. Yasemîn diyar kir ku bend ne tenê li Meclîsê li kolanan jî seketiye û wiha domkir: "Gelek provokasyon pêktên. Nêrîna min ew e ku wê gelek bûyer cûda jî derbikevin. Ez dixwezim vê yekê jî bêjim, di xebatê me a nasnameyî mijarê ku herî zêde tê nîqaş kirin 'Mijarê mirove' ev mijarek mezine. Tiştek gelek xweşe lê belê di heman demê de bingehde tiştên cûda heye. Demê ku em tenê însan esas bigrin emê ziman, bewarî û nasneya çandî ji nedîti ve werin. Ji ber vê yekê pêwîste em xwe ji vê hişmendiyê rizgarbikin û bawerî, ziman û nasnamyên çandi ya hemû gelan esas bigrin. Bi derbaskirina bendê re pêwîste ev yek neyê ji bîrkirin."



(rc)