Şervanên YPG’ê 6 gundên din rizgar kirin

11:49

JINHA

SERÊKANIYÊ – Şervanên YPG/YPJ’ê 6 gund û 6 gundikên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bajaroka Sulukê jî ji aliyê bakur û başûr ve hate dorpêçkirin.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku YPG’ê di 6’ê Gulanê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dabû destpêkirin, di roja 38’an de didome. Di encama operasyonê de hat ragihandin ku
hêzên YPG/YPJ’ê gundê Xwuvetla, Renin û 3 gundên ku navên wan nehatin zanîn û 6 gundikên li bakûr u başûrê bajaroka Suluk ji çeteyan paqij kirin. Îro serê sibehê jî gundê Kasaasa ku li heman herêmê ye ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate rizgarkirin. Di encama operasyonan de gelek çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Bi van operasyonên dawî re, di encama pevçûnên ku ev 3 rojin li herêmê tên jiyandin de, hêzên YPG/YPJ’ê bajaroka Suluk ku yek baregehên navendê çeteyan e, ji aliyê başûr û bakûr ve bi temamî hate dorpêçkirin. Operasyonên YPG’ê li herêmê didomin.

(ch)