Rêvebera HDP'ê Şukran hat definkirin
13:45
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Rêvebera HDP'ê ya Kepezê Şukran Dogan a ku li navçeya Kepezê ya Antalyayê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat definkirin.
Cenazeya Rêvebera HDP'ê ya Kepezê Şukran Dogan a ku du roja berê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê hat wergirtin anîn Şirnexê. Cenazeyê Şukran li ber Mîroglu Petrol a ku di têketina Hezexê de ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin û birin Goristana Şêx Hesen. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Şukran hat definkirin. Hevseroka DBP'ê ya Antalyayê Nerîman Bakir di merasîma definkirinê de axivî û got ku ew dê bîranîna Şukran di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
(rc)