DAIŞ'ê li Felûce 100 jin li xwe mahre kir

14:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî salek bi ser dagirkirina Felûce ve derbas dibe pêkanînîn çeteyên DAIŞ'ê jî derdikeve holê. Çeteyên DAIŞ'ê niha jî bi awayekî komî jinan bi zorê dizewicînin û hêjmarek zêde ji jinên bajêr li xwe mahre dikin.

Çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Felûce yai parêzgeha Enbarê bi darê zorê nêzî 100 jinên bajêr li xwe mahre dikin û bi merasimekî komî bi hemiyan re dizewicîn. Felûce bajarokekî ser bi parêzgeha Enbar a Iraqê ye. Dikeve 70 km rojavayê Bexdayê û li kêleka çemê Firatê ye. Endamê meclîsa rizgarkirina Fellûce, Mekî El Îsavî derbarê mijarê de axivî û anî ziman ku DAIŞ'ê bi darê zorê nêzî 100 jin li qezaya Fellûce li xwe mahre kirine. , Mekî El Îsavî da zanîn ku DAIŞ merasimên zewicandina van jinan bi komî çêdike. Mekî El Îsavî bal kişand ku meclîsa rizgarkirina Fellûce hewl dide jinên ku DAIŞ'ê bi darê zorê li xwe mahre kirine, ji destê çeteyan rizgar bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Çeteyên DAIŞ'ê ya li Fellûceyê ji sedî 90 niştecihên navçeyê ne. Em ji walîtiya Enbarê jî daxwaz dikin ku hêzek zêde bişînin Felûce û Romadî ku van jinan ji destê çeteyan rizgar bikin."

Çavkani: Rojnews

(ch)