Dayikên Şemiyê: Em her tim di ew deqeyên dawî de man
14:44
JINHA
STENBOL- Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya 553 hefteyî de aqubeta Veysel Guney ê ku di 11'ê hezîran 1981'an de bibirîndarî hate dervekirin û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin pirsîn û gotin: "Ev welatekî wisa ye ku ji cenazeyên şoreşgeranjî ditirsin."
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya hefteya 533'emîn li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di dest pêka daxuyaniye de ji bo Veysel Guney ê ku hat darvekirin strana " cîh û warê min çîya ne" gotin.
Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî axivî û diyar kir ku Veysel Guney ji aliye dewletê ve hate darvekirin û cenazeyê wî hat windakirin û wiha got: "Cenazeyê Veysel Guney teslîmî malbata wî nehate kirin û gora wî jî veşartin. Em dixwazin cenazeyê me teslîmî me bikin." Di daxuyaniyê de Xwîşka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî axivî û wiha got: "Ev welat welatekî wisaye ku ji mirina şoreşgeran ditirsê. Di fitrata dewletê de îşkence, binçavkirin, mirin û komkujî heye." Îkbal da zanîn ku Tirkiyeyê he jî bi hişmendiya cuntaya 12 îlonê tê rêveberkirin û bang li hemû kesan kir ku li hemberî vê yêkê bêdeng nemînin.
'Em her tim bi we deqîqeya dawî jiyîn'
Biraziye Veysel Guney Dogan Guney jî axivî û diyar kir ku apê wî ji ber serokê karkeran û sosyalîstan bû hat darvekirin û wiha got: "Dewlet ji bo qatlîama meşru bike her tim tiştekî dibîne." Dogan anî ziman ku wî heviya xwe ya ku apê wî bê dîtin qet windanekiriye û wiha axivî: "Apê min wexte çû ber sêdarê jî ji coşa xwe winda nekiribû bi sitranan çû ber sêdarê. Wexte apê min hat darvekirin tenê deqeyek destura dapîr û bapîre min dan ku wî bibînin. Em her tim bi we dakikaya dawî jiyin." Guney bilev kir ku ew bi wan kesên hatin windakirin bi rûmetîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta em hebin em ê tekoşîna xwe bidin meşandin."
'Hat darvekirin û piştre cenazeye wî hat windakirin'
Daxuyaniya hefteyî ji aliyê Umît Efe ve hat xwend û diyar kir ku di darbeya 12 îlonê de 50 kes hatin darvekriin û ji wan cenazeyên Îlyas Has û Veysel Guney teslîmî malbatên wan nehatin kirin. Umît Efe anî ziman ku cenazeyê Îlyas Has piştî darvekirina wî 28 sala şunda hatiye dîtin û lê cenazeyê Veysel Guney 34 salin he jî ji mala wî tê veşartin û wiha axivî: "Veysel Guney (24) li Dîlokê hat binçavkirin. Li dadgaha Edenêyê hat darizandin. Rûniştina yekemîn di dîroka 6'ê sibata 1981'an de ya duyemîn jî di 17'ê sibata 1981'an de hat dîtin û piştî rûniştina duyemîn ew hat darvekirin. Daxwaza wî ya parezer jî hat redkirin. Biryara meclîsê tunebû lê disa 10 hazirana 1981'an de li Girtigaha Dîlokê Veysel hat darvekirin. Wexte Veysel Guney hat darvekirin malbata wî ji bo xatir xwestine çûn cem lê di navbera wan û kure wan de lêşker disekînin û destura dayîka wî ya ku wî hembez bike nedan. Dayika Veysel Zeynep Guney heta dawîya emre xwe bi eşa ku kure xwe hembez nekiri dijiya. Penûs, cigara û çakmeke bi girtekan teslîmi bavê wî kirin. Malbata Veysel xwest cenazeye kure xwe bibê lê Serheng Burhan Erdem ê ku girtekê bide malbatê neda."
'Dev ji hişmendiya 12 îlonê berdin'
Umît da zanîn ku hişmendiya ku Veysel Guney windakirî 34 salin li ser kar in û wiha pê de çû: "Seroke dadgehê Serdar Ahmet Arisüt, endamên dadgehê Ayhan Ulusoy û Guney Sert Veysel kesê ku biryara darvekirinê dan in û dozger Caner Ersu kujerê Veysel Guney în. Ji darvekirina Veysel Guney di serî de Kenan Evren û lêşkerên 12 îlonê Fermandar Şahabettîn Balkan û Serheng Burhan Erdem ên Dîlokê berpirsiyarin." Umît Efe bang li dewletê kir ku dest ji hişmendiya 12'ê Îlonê berdin.
(ödk-sö /ch)