Elî Tûrkmen bi merasîmek girseyî hate defin kirin

14:50

JINHA

AMED - Cenazeyê Elî Turkmen ê ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga HDP'ê pêk hatibû de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Elî Turkmen li Amedê bi merasîmek girseyî hate definkirin.

Cenazeyê Elî Turkmen ê ku di êrîşa bombeyî ya 5'ê Pûşberê di HDP'ê teqiya de birîndar bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan û Çaglar Demîrel, hevşaredar û bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê bû. Cenazeyê Elî Turkmen piştî karên otopsiyê şevê din ji nexweşxaneyê hate wergirtin û anîn goristana Yenîkoyê. Serê sibê cenazeyê Elî piştî vecîbeyên olî ji aliyê girseyê ji mizgeftê hat wergirtin û birin goristanê. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkriin. Piştî meşê cenazeyê Elî Turkmen bi dirûşmeyan hat definkirin.

Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar piştî merasîmê axivî û sersaxî li malbatê da û wiha got: "Êrîşa bombeyî ya 5'ê hezîranê cihê wê ne di mirovahiyê de ne jî di wijdanê de tuneye. Armanca kesên hatin mitîngê parastina jiyana azad û demokratîk bû. Em vê êrîşê careke din şermezar dikin."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî axivî û diyar kir ku hêzên kontra xwestin di 5'ê Hezîranê de komkujiyekî mezin li dar bixin û wiha got: "Armanc vîna gelê kurd şikandinbû. "

Piştî merasîma cenaze komek welatî ji bo sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Hevîdan bûn û beşek jî ji bo cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahsum Kural (Rizgar Amed) defin bikin ber bi Lîcê ve bi rê ketin.

(ekip/ch)