"Êdî em jinên Êzîdî di mejî û wîjdana xwede şoreşa azadiyê pêktînin"

09:06

Jînda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Meclîsa Jinan a Şengalê ji bo festîvala Zîlan ya ku her sal li Avrupa tê organîze kirin peyamek bi dîmen da. Li ser navê Meclîsê Yadê Şêrîn axîfî û got: "Êdî em wek jinên Ezîdî mêjî û wijdana xwede şoreşa azadiyê pêktînin."

Endama Meclîsa Jinan a Şengalê Yadê Şêrîn got: "Em bi navê Meclisa jinan ya Şengalê destpêkê silavê xwe ji bo festivala Ş. Zilan û di heman demê de ji vir heya Kobanê ji silavê xwe yên germ ji bo hemû berxwedanvanên azadiyê re dişînin. Ji kîjan milî dibe bila bibe, ji Êzidxana pîroz bigre tevahî ji Kurdistana delal ya ku tevlî vê mihrîcanê de gihane hev silavê me ji bo hemûyan re heye. Piştî fermanê, em îro cardin li çiyayê Şengalê dane û em berxwedaniyê dikin. Em tu car ew roja katlîamê ku hate serê me, emê ji bîr nakin."

Yadê Şêrîn wiha domkir: "Em keç, xort, jin, zarok, mêr li dijî vê hovitiyê rabûn. Me çek rakir. Zarokên me hemû bûn YPJ-Şengal /YBŞ û mil bi mil bi Gerilayan re têkoşîna rizgarkirina Şengalê didin. Cahşê hovan bêtir zerar da jinan. Ji bo vê jî divê jinên Êzidî xwe re baş bifikire û bêje çima wisa bû. Hewce yê ku rabe ser xwe. Her çiqasî ferman hatibe serê me jî em wek jinên Êzidî li her derê xwe rêxistin bikin. Em cardin dibêjin ku vê fermanê heya dawiya emrê xwe jî emê ji bîr nakin. Raste, ferman rabû serê me, lê çi dibe bila bibe divê ji her demî zêdetir em têkoşîn bikin û parastina xwe xurttir bikin."

Yadê Şêrîn ji bo gelên Êzîdî yên ku koçî bajarên Awropayê dikin jî wiha got: "Çuyîna dervî axê xwe helandin e. Wîndabûyîn e, mirin e. Li dervê welat mayîn fermanê herî mezin e. Di vê her Êzidiyêk vegere welatê xwe. Em welatê xwe yê xweşik ji cehş u hovan re nehêlin. Em dilê dijminên xwe xweş nekin. Welat wek dayik şêrîn e. Çi milet be bila bibe, divê em hemû wek Kobanê tevlî berxwedaniya Şengalê bibin û em bi hevre Şengalê rizgar bikin. Ji bo vê jî divê jin ji bo zarokên xwe astengî nekin. Ne tenê ji bo silah rakirinê ji bo hemû milê têkoşinê divê dayik, bav ji bo zaroka xwe astengî neke."

Ketina jinên Êzîdî ya Parlementê rûmetek mezin e

Yadê ji bo hilbijartinên 7 ê Hezîranê jî nirxandin kir û got "Hilbijartina îsal ya li Tirkiyê pêkhatî serkeftina gelan e. Hemû netewên ku li Tirkiyê dijî di astekî de nûnertiya xwe diyar bû. Keçekî me ya Ezîdî Feleknas Uca jî ket parlementi yê. Bila zarokên me zane bin, tevlî siyasetê bin û têkoşîn wan bin. Wek parlementer Feleknas Uca bila tevlî siyasête bibin. Di heman demê em ketina parlamentoyê ya Feleknaz Uca û Alî Atalan pîroz dikin. Xwazî hemû keçe meyî Êzidî wek wan li her derê biketena parlemento yê. Ketina jinên Ezidî parlementoyê şerefeke mezin e. "

Yadê bal kişand ser têkoşîna çekdarî û got " Divê zarokê me û em hemû jî, ji bo parastina Kurdîstanê çek rakin û axa xwe biparêzin. Parastina xweyî cewherî pêkbînin. Êdî em wek jinên Ezidî mêjiyê xwe de, vicdana xwe de şoreşa azadiyê çêkin."
Yadê wiha dawî li nirxandinê xwe anî: "Em silavê xwe ji Serek APO re ji hemû gerilayan re dişînin. Ji hemû Kurdîstana delal û Êzidxana Pîroz re û em serê xwe li ber şehîdan ditewînin û di heman demê de silavê xwe ji bo hemû malbatên şehîdan re rê dikin. Cardin em dibêjin kîjan gel dibe bila bibe, yê ku niha di mihracana Ş. Zîlan de amadene silavê xwe hemûyan re dişînin. Em dibêjin ku dibe di warê fîzîk de ji hev cuda bin lê belê di diwarê dil û mejî de em hemû bi hevre ne. Em li hemû ciha wek jin rexistina xwe dikin, tekoşîna xwe didin û karê xwe didin meşandin. Em dibêjin hêz, artêş, rêxistin û emê tim bihevre bin."

(rc)