Hêzên YPG/YPJ'ê gihiştin Girê Spî

11:03

JINHA

SERÊKANIYÊ - Hêzên YPG/YPJ'ê 4 gundên din ên Girê Spî ji çeteyan paqijkirin û bi vê yekê ji milê Rojhilat ve gihiştin riya ketina Girê Spî. Şervanên Burkan El-Firat jî ji milê rojavayê Girê Spî nêzîk bûne û pêşveçûna xwe didomînin.
Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA'yê ragîhandina şervanên YPG/YPJ'ê di roja 38'an a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de ve ji aliyê rojhilatê bajarê Girê Spî pêş ve çûne û gihiştina deriyê ketina bajarê Girê Sîpî (Til Ebdyedê).

Nûçegîhanan diyar kirin ku şervanên YPG/YPJ'ê di saetên pişî nîvro gundên Cindadî, Îdanan, Ebû Gabar û Ên Silûk ên rojhilatê Girê Spî ji çeteyan paqijkirine, bi vê yekê şervanên YPG'ê ketine riya bajaroka Girê Spî.
Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat îro di saetên sibê de hamlyeke li Rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li dar xist û di encamê de derbeyên giran li çeteyan dan. Odeya Çalakiya a Burkan El-Firat îro di saetên sibê de 6 gundên bi navê Ebû Xerza, Ebû Dihûr, Bedriya, Xirbet Ebûd, Terba û Çoxedar, Gundên Rafa, Sukeriya Niêm, Debeş, Ebû Xeze, Boxa Şerqî, Boxa Xerbî, Humêra Berekat, Humêra Hemo, Filêha, Kesas, Feran û Nihêta ên girêdayî Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin. Gundên hatine rizgarkirin 65 kîlometreyan li Rojhilatê Kobanê dikevin. Bi vê yekê jî şervanên Burkan El- Firat di milê Rojavayê Girê Spî nêzî bajaroka Girê Spî bûne.Li gorî agahiyan tê gotin ku îhtîmaleke mezin Şervanên Burkan El-Firat ji milê rojavayê Girê Spî bighêjin bajêr.

'çete sivîlan wek kalkan bi kar tîne'

Fermandariya YPG'ê ya giştî destnîşan kir ku DAÎŞ sivîlan wek kalkan bi kar tîne û da zanîn ku gel bila dernekevin derveyî Surî, bila derbasî Kantona Cizîrê bibina. Li gor daxuyaniyê DAÎŞ cihên sivîl jî bi mayin û kemînan dadigre û gel mecbûrî koçberîye dike. Ji bo ku gel zirarê nebîne fermandarî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gel derbasî Kantona Cizîrê bibin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji bo gelên ku neçarî koçberiyê bûne alîkariya bi her awayî dê were kirin û wiha berdewam kir: ''operasyinên ku li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin heta bi dawî bibe û çete ji vir paqij bibe dê bi her awayî alîkariya gel were kirin''


'DAÎŞ sivîlan rehin digre'

Piştî ku Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li welatiyên li herêmên operasyonê kirin û xwest ku ji bo ewlekariyê heta dawiya operasyonê werin Kantona Cizîrê, çeteyên DAIŞ’ê welatiyên dixwazin werin Kantona Cizîrê û biçin Bakûrê Kurdistanê rehîn digirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin û her wiha agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandine, piştî ku Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li welatiyan kir, çeteyên DAIŞ’ê gelê sivîl asteng kir.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku bi hezaran welatiyên Til Ebyadê li ser sînorê Til Ebyad û navçeya Akçakale ya Rihayê kom bûn û xwestin derbasî Bakûrê Kurdistanê bibin, lê çeteyên DAIŞ’ê 10 metre dûrî leşkerên tirk welatî belav kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê her wiha welatiyên ku dixwazin werin Kantona Cizîrê jî asteng kirine û ew rehîn girtine. Li gor agahiyan çete, bi armanca astengkirina welatiyan li Rojhilatê Til Ebyadê pireya ku wekî deriyê diçe Cizîrê jî teqandine.

Li herêmê operasyona YPG/YPJ’ê jî didome.

(ch)