Xelata rûmetê ya Ebdullah Ocalan dê Ceylan Bagriyanik bigre

12:26

Sarya Gozûoglu - Asîye Tekîn / JINHA

AMED - Endamê Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ku xelata rumetê ya Ebdullah Ocalan dê ji Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya Îskoçyayê (USSA) dê bigre axivî û got: '' Me dixwest ku Serokatiya me vê xelata têkoşîna 40 salan bi xwe bigirta û peyamên xwe bi ciwanan re parve bikira.''

Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya Îskoçyayê (USSA) xelata rûmetê/endametiya fahrî da Serokê PKK'ê Ebdullah Ocalan. Zanîngeh daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku Ocalan di sala 1999'an de lî paytexta Naîrobî ya Kenya'yê ji alî CIA û hêzên Tirk ve hatiye girtin. Di daxuyaniyê de têkoşîna ku PKK daye meşandîn hat bibîranîn û bal kişandin bangawaziyên ku Serokê PKK'ê Ebdullah Ocalan di Newrozên salên 2013-2014-2015'an de kirine. Xelata Ebdullah Ocalan ya rumetê di 20'ê Pûşberê de bi tevlîbûna endamên KNK'ê li Glasgow'ê ji alî Endamê Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik dê were girtin. Ceylan xelata ku dê were dayîn ji bo ajansa me nîrxand û da zanîn ku ev xelat diyar dike ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan ne tenê li Kurdîstanê,Tirkiyê û Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê belav bûye û hatiye pejirandin.

' Xelata ji alî ciwanan tê dayîn hê watedar e'

Ceylan destnîşan kir ku xelata ji alî ciwanan tê dayîn hê watedar e û diyar kir ku ciwanên ku perspektîfên Ebdullah Ocalan xwendine û gihîştîne hişmendiya wateya wê ya civakî pir bi nîrxe. Ceylan bal kişand ku Serokê PKK'ê Ebdullah Ocalan êdî ji bo hemû civakê perspektîfên çareseriyê pêş dixîne û wiha berdewam kir: '' Perspektîfên birêz Ebdullah Ocalan herî zêde li ser jin û ciwanan e. Pejirandin û pratîze kirina van perspektîfan ya ji alî ciwanên cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan, ji bo jin û ciwanên Kurd pir girîng e.''

'Me dixwest ku Serokatî xelata xwe kariba bigirta'

Ceylan kêfxweşiya xwe ya girtina xelata rumetê ya Serokê PKK'ê Ebdullah Ocalan ku merasîma wê 20'Pûşberê li Glasgow'ê dê were kirin anî zîman û got:'' Me dixwest ku Serokatiya me vê xelata têkoşîna 40 salan bi xwe bigirta û peyamên xwe bi ciwanan re parve bikira. Di vî warî de em ê xemginiya xwe jî bi ciwanan re parve bikin. Her wiha em ê silavên Serokatiya xwe jî bi ciwanên ku wî liyaqî vê xelatê dîtine parve bikin. Em jî ji ber ku girîngiyê didin vê xelatê li ser navê Serokatiya xwe dê li wir bin.''

' Azadiya Serokatî ji bo me xeta esas e'

Ceylan da xuya kirin ku bi temsîlîyeta Ebdullah Ocalan dê vê xelatê bigrin û ev peywir ji bo hemû jinan nîşeneya rûmetê ye. Ceylan axaftina xwe wiha domand: '' berpirsyariya wê him pir girane û him jî serbilindîye lê heziniya wê jî heye. Lewre xelatên ku tê dayîn divê Serokatî bi xwe kariba bigirta. Ji bo vê divê tecrîda ku lî ser Serokatî tê meşandin bi dawî bibe ku karibe peyamên xwe yên aşitîyê, peyamên xwe yên ji bo azadiya jin û ciwanan bi xwe karibe ragihîne. '' Ceylan axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Azadîya Serokatî ji bo me, ji bo jinan û ciwanan xeta esasî ye. Ji bo pêkhatîna azadiya wî dê têkoşîna me jî berdewam bike.''

(ch)