Şervana YPJ'ê Meryem Ozkana bi girseyî hate oxir kirin

13:08

JINHA

ŞIRNEX- Şervana YPJ'ê Meryem Ozkana(Dicle Gabar) ku li Rojava li Çiyayê Kezwanê yê Hesekê de di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Cizirê sipartin axê. Dayika Şervana YPJ'ê Amîna Ozkan diyar kir ku xwîna keça wê ketiye ser axa Kurdistanê ya pîroz û got:"Ez dayika hemû gerila me. Keça min bû bûka welatê xwe bûkantiya wê sed caran ser xêrê be."

Şervana YPJ'ê Meryem Ozkana(Dicle Gabar) di "Hamleya Fermandar Rubar Qamişlo" ya hemberî çeteyên DAÎŞ'ê hatîye li dar xistin de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Meryem Ozkan(Dicle Gabar) piştî otopsiyê, li Slopî ji alî malbat û endamê MEYA-DER'ê ve hate girtin. Cenazeya Meryem Ozkan li Cizîrê ji alî hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin. Welatiyên Cizîrê piştî cenaze ket Cizîrê bi meşê û ber bi goristana şehîtligê meşiyan. Di meşê de cenazêya Meryem Ozkan(Dicle Gabar) ji aliyê jinan ve hat hilgirtin. Esnafên Cizîrê jî hemû derabayên dikanên xwe girtibûn. Meş bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz,Meclisa Dayikên Aşitiyê, KJA, Hevserokên HDP, DBP û Hevserokên Şaredariya Cizîrê, gelek sazî û dezgehên sivîl û bi hezaran kesî pêk hat. Di mêşê de pankarta ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Meryem Ozkan(Dicle Gabar)li ser bû hat vekirin û dirûşmên"Şehît namirin" ,"Jin jiyan azadî"," Bê serok jiyan nabe" hatin berz kirin. Meş bi ketina goristanê bi dawî bû û li ber deriyê goristanê merasîmek hat li darxistin. Li vir hevalên şervana YPJ'ê Meryem Ozkana, kevokek sipî û tepsîyek hine dan ser tabuta wê ya bi kesk sor û zer xemilandî. Merasîm piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftina Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz berdewam kir.

'Meryem jiyanek kurt lê bi rumet jiya'

Faysal di axaftina xwe de da zanîn ku Meryem Ozkan(Dicle Gabar) salek berê di nava wan de bûye û tevlî hemû çalakiyê wan bûye lê ji ber ku dîtiye hebûna gelê Kurd di bin talukê de ye berê xwe da ye eniyên şer û wiha got:" Meryem Ozkan, jiyanek kurt lê jiyenek bi rumet jiya. Em soz didin ku heya hêviyê wan, hesreta wan pêk were emê bi xebitin. Em baş dizanin rêya azadiya me di xeyalên Meryeman de veşartî ye" Faysal gotinê Serokkomar Tayyîb Erdoğan jî bi bîr xist ku gotibû ''Kobanê dike bikeve'' û wiha got:''Niha jî Til- Ebyat a ku di destê çeteyan de îro sibe dike bikeve mizgînî li te hevala Meryem."

'Keça min bû bûka welatê xwe'


Piştî axaftina Faysal dayika Meryem Ozkan(Dicle Gabar) Amîne Ozkan axivî û diyar kir ew ne tenê dayika Meryem e ew dayika hemû gerîlaye ne û wiha berdewam kir:" Hun hemû ser serê me re hatine ez ji hemu gerîlyan re silavên xwe dişînim. Tenê hêviyek di dilê min de ma ku min cilên leşkerî ji Meryem a xwe re nebir, lê nekir û min li ser nedît. Xwina keça min ketiye ser axa Kurdistanê, pîroz be. Bûkantiya keça min sed caran li ser xêrê be.'' Piştî axaftinan definkirina cenazeya Meryem Ozkan(Dicle Gabar) hate kirin û girse bi slogan û tilîliyan belav bû.

(ma/ch)