Operesyonên paqijkirina mayînan

14:18

JINHA

TIL TEMIR- Piştî rizgarkirina Til Temir û gundên xeta Xabûr û Çiyayê Kezwanê Yekîneyên Parastina Gel(YPG)û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) dest bi operesyona paqijkirina herêmê ya ji mayînan kirin. Heta niha hejmara mayînên ku ji gundên Xêbiş, Til Şamîran, Hûda û Til Mesas hatin derxistin 171 mayînin.

Şervanê YPG'ê Eşref Rojhilat der barê operasyona paqijkirina hamleyê de axivî û wiha got: '' Sê mehin şervanên YPG,YPJ'ê û gelê herêmê bi berxwedaniyek mezin terorîstên DAÎŞ'ê ji herêmê derxistine. Çeteyên DAÎŞ'ê, dema ji herêmê derketin gelek bermahiyan li pişt xwe hîştin ku bi vî awayî gelê me yê Kurd, Ereb û Asûrî hedef bigrin û komkujiyan pêk bînin. Çeteyên DAÎŞ'ê ji gundên Xabûr heta Çiyayê Kezwanê mayîn çandine. ji bo vê banga me ji bo gelê me ye ku bi baldarî tevbigerin û hişyar bin.''
Fermandariya YPG'ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê ji gundên Xabûr heta Çiyayê Kezwanê 6000 mayîn çandine.

(ja/ch)