Helmeta 'Sinor ji sivîlan re vekin' dest pê kir
15:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Sivîlên ku ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de ye direvin û ber bi sinora Akçakaleyê ve diherikin sinor li pêşiya wan hatiye girtin. Ji bo sivîlên ku li ber sinora Akçakaleyê dramek mirovahiyê dijîn re di medya ya komelî de helmeta 'Sinor ji sivîlan re vekin' hat dest pê kirin.
Pêşketina hêzên YPG/YPJ ya ber bi Girê Spî de ku di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê de ye didome. Çeteyên DAÎŞ'ê gelên heremê ya piranî jin û zarokin li hember êrîşên hewayî wek mertal bi kar tînin. Sinora Akçakaleyê jî ya bi hezaran welatî herikiye hatîye girtin û ji derbasbûyinê re destûr nayê dayîn. Leşkerên ku bi hejmarek zêde li ber sinorê hatine bi cîh kirin bi bombeyên gazê û tomayan êrîşê kesên sivîl ya şer reviyane û lî ber têlan sekînîne dikin. Herêma ku niha trajediyek mirovahî lê tê jiyandin de çeteyên DAÎŞ' ê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de kesên sivîl ku ji herema şer derketine ji bo wek mertal bikar bînin vedigerînin.
Medyaya Komelî de ya di nav de hunermend jî hene ji bo kesên sivîl re sinor were vekirin bang li berpirsyarên Tirkiyê dikin û helmeta 'Sinor ji sivîlan re vekin' dest pê dikin. Hemleta ku bi sernavê #?SınırıSivillereAcın? hatîye vekirin her ku diçe piştgirîyê wê zêde dibe.
(ch)