'Pêşbirka Helbest û Çîrokan ya Şehît Denîz Firat' pêk tê

15:44

JINHA

MEXMUR - Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ji bo rojnameger Denîz Firat ya dema li kampa Mexmûrê nuçe çêdikir di encama êrîşên DAÎŞ' ê de jiyana xwe ji dest da ' Pêşbirka Helbest û Çîrokan ya Şehît Denîz Firat' pêk tîne.

Ji bo rojnameger Denîz Firat ya dema li kampa Mexmûrê nuçe çêdikir di encama êrîşên DAÎŞ' ê de jiyana xwe ji dest da ' Pêşbirka Helbest û Çîrokan ya Şehît Denîz Firat' pêk tê. Serlêdana pêşbirka ku ji alî Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) tê saz kirin destpêkiriye. Pêşbirk îsal bi zimanê Kurmancî, Tirkî û Erebî dê pêk were. Kesên ku tevlî pêşbirkê bibin berhemên xwe divê heta 30' yê Pûşberê bişînin navnîşana ku diyar bûye re. Encama pêşbirkê di 9'ê Gelawêjê, bi merasîmek ku li kampa Maxmûrê saz dibe dê were eşkere kirin.

Şert û mercên pêşbirkê ya tevlîbûnê wiha ye:

Zimanê tevlîbûnê: Ji zaravayên zimanê Kurdî: Kurmancî. Zazakî û Soranî. Her wiha bi zimanê Erebî û Tirkî jî dikarin tevlî bibin.
Berhemên ku tê şandin divê berê tu cihê nehatibe weşandin

Beşdarvanên pêşbirkê di beşa helbestan de 2, beşa çîrokan de jî bi berhemek dikarin tevlî bibin
Beşdarvan tevlî berhemên xwe bi kurtejiyana xwe ya niviskî divê heta 30'yê Pûşberê serlêdana xwe bişînîn navnîşana e-maîlê.


Endamên jûriyê ya pêşbirkê wiha ye:

"Kirmancî: Azad Zal, Amed Dîcle, Mîran Jambar, Îbrahîm Halîl Baran, Berken Bereh
Zazakî: Roşan Lezgin, Denîz Gûndûz, Sabahattin Gûltekîn, Îrfan Babaoglu
Soranî: Ehmet Erîf, Ako Kerim, Mevlud İbrahim, Dildar Şeko, Keyfi Kurdistanî, Selam Mustafa
Tirkî: Mûjgan Halîs, Hamdî Ozyurt, Sûzan Samanci, Fadil Oztûrk
Erebî: Ferhat Merdê û Medya Huner."

Navnîşana ragihandinê:

yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com, yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com, www.facebook.com/DenizFirat2015,

Telefon: +964 750 721 54 78 / +964 750 703 57 49

(ch)