Saziya malbatên şehîdan komînên xwe ava dikin

18:43

JINHA

TIL TEMIR- Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Til Temir a kantona Cizîrê ji bo avakirina komînan civîn lidarxisitin.

Ji bo avakirina komînên saziya malbatên şehîdan li bajarê Til Temir civînek bi amedebûna hemû malbatên şehîdên li dar xistin.

Civîna ku ji alî malbatên şehîdan hat lidarxistin bi amedebûna endamên desteya malbatên şehîdan Elî Qoqiyan û Cîgirê serokê desteya malbatên şehîdan Mihemed Fiqih dest pê kir. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di civînê de li ser navê desteya malbatên şehîdan a Kantona Cizîrê Elî Qoqiyan axivî û balkişand ser serkeftinên şervanên YPG/YPJ'ê û giringiya avakirina komînan anî ziman ku, bi rêya komînan yekîtî di navbera hemû gelan û pêkhateyên herêmê de tên avakirin û komîn tevgera yekemîn a di nava civakê de ye.

Elî Qoqiyan li ser armanca avakirina komînan de jî axivî û da zanîn ku armanca komînan pêk hatina xizmeta ya ji hemû aliyan e pêwîstiya gel jî ji bo alîkariyê heye.

Di dawiya civînê de hilbijartin hate kirin û 6 jinên bi navê Xezal Ebdulqadir, Hemdiyê Kotî, Sûad Cemîl, Necma Ismaîl, Şînda Ebdelhemîd û Gulistan Sofî hatin hilbijartin.


(ja/ch)