Jina azad esasê serkeftina YPG, YPJ'ê ye

09:48

SORGUL ŞÊXO/JINHA

TIL TEMIR- Şoreşa Rojava ku 4 sale bi hêza YPG, YPJ'ê berdewam dike û ji çar aliyê Kurdîstanê tevlîbûn pêk tê, bû xwedî gelek nîrx û serkeftinan. Dayika bi navê Semîra Şikrî jî yek endamê Yekitiya Star û Tevgera Çand û Hunerê ye ku heta niha bi zarokên xwe ve di şoreşa Rojava de cîh girtine anî zîman ku şeref parastina welat, erd û gelê xwe ye.


Dayika Semîra Şikrî hemwelatiya Til Temirê ye û li taxa Hemra ya Şerqî dimîne. Dayika Semîra xwedî 5 zarokane û ji van 3 kes tevlî nava refên YPG,YPJ'ê bûne, 2 kes jî tevgera Çand û Hûnerê de dixebitin. Dayika Semîra da zanîn ku zarokên wê bi hêz û îradeya xwe tevlî nava YPG/YPJ bûne û ji bo azadiya Rojava tekoşînê dikin û got: '' Keça min Derya, Dîcle û kurê min Hozan tevlî hêzên YPJ/YPG'ê bûne. Du keçên min jî di nava xebatên Tevgera Çand û hunerê de ne.'' Dayika Semîra anî zîman ku bi zarokên xwe serbilinde û wiha berdewam kir: '' Gelek kes dibêjin şeref dayîk û xwîşkin, lê ev ne raste şeref, parastina welat, erd û gelê xwe ye.''

'Şoreşa Rojava ya hemû gelan e'

Dayîka Semîra derbarê tevlîbûna zarokên xwe de jî axivî û diyar kir ku dema şoreşa Rojava destpêkir û komkujiya li ser Êzîdiyan pêk hat, jinên wan hatin firotin, ev bandorekî mezin li ser wê çêkiriye û biryara tevlîbûna zarokên xwe ya nava refên YPG,YPJ'ê bibin girtîye. Dayîka Semîra axaftina xwe wiha domand: ''Bi taybet piştî ku min dît zarokên min gelekî bi wêneyên şervanên Kurd û berxwedaniya wan ya li Kobanê, Şengal û Cizîrê bi bandor bibûn min û wan biryara tevlîbûnê dan.'' Dayîka Semîra balkişand ser biratiya gelê Kurd û Ereban û wiha axivî: ''Şoreşa Rojava ne tenê Şoreşa gelê Kurd e şoreşa tevahî gelan e. Pêwîste tevahî ciwanên Rojava û ji hemû pêkhateyan tevlî nava refên şervanên azadiyê bibin û bi parastina erd, herêm û şerefa xwe terorîstên ku bi navê îslamê tevdigerin û jin û zarokan serjêdikin re şer bikin.''

Dayîka Semîra axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Banga min li bo hemû ciwanên Kurdîstanê re heye ku vegerin welatê xwe û parastina welatê xwe bikin. ji bo pêşeroja nifşên nû bila tevlî şoreşa Rojava bibin.''

(ch)